Êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li dijî Kurdan, him bi pratîkî û him jî bi psîkolojîkî bênavber dewam dikin. Wekî ku bi aqlê Kurdan bilîzin; him Kurd têne kuştin û him daxwaza Kurdan a jiyaneke azad û aram wek sebebê kuştina wan tê nîşandan. Bi taybetî jî daxwaza ‘xweseriyê’ yan jî ‘rêveberiyên xweser’ tenê wek kolandina ‘xendekan’ tê nasandin û cewherê wê tê krîmînalîzekirin. Ne tenê berdevkên hikûmet û dewleta Tirk, herwiha kesên ku wek lîberal û demokrat têne naskirin û hinek Kurd jî sebebê êrîşên dewletê wek xendekên ku li kolanan hatine kolandin nîşan didin. Yanî, bi zanebûn an bi nezanî, encamê wek sebeb fam dikin, nîşan didin û dikevin bin bandora şerê psîkolojîk ê dewletê...

Wekî tê zanîn beriya hilbijartina 1’ê mijdarê pirr kes û koman bang li Tevgera Azadiyê ya Kurdî kiribû da ku agirbestê îlan bike. KCK’ê jî bi hêviya ku ev kes û kom dê xwedî li agirbestê derkevin û têkoşîna aştiyê xurt bikin, guh da banga wan û agirbest îlan kiribû. Lê piştî agirbesta KCK’ê ne hikûmeta Tirk şer û êrîşên li dijî Kurdan sekinand û ne jî liv û tevgerek ji wan kes û komên qaşo ‘aştîxwaz’ derket...

Jixwe hinekan jî serketina AKP’ê û Erdogan wek serketina ‘îstîkrar’ê îlan kir û xelk xistin hêviya aramiyê. Lê ji wê rojê heta îro şer hê gurtir û hikûmeta AKP’ê di êrîşên li dijî Kurdan de hê hartir e... 

Berdevkên rejîma Tirk piştî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî heman gotinên pûç ên psîkolojîk dûbare dikin; “eger xendek nebûyana, Tahîr Elçî nedihate kuştin!..” 

Dema min ev nivîs dinivîsand, ajansan xebera kuştina zarokekî Kurd ê bi navê Çekwar Çubuk ê 16 salî ji hêla polîsan ve dida. 

AKP dixwaze Kurd serê xwe dirêjî bin kêra dewletê bikin; xwe bê rêxistin û bê parastin bihêlin û çarenûsa xwe teslîmî rejîma dijkurd bikin. Tu projeyên AKP’ê yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî tune ye û ji xwe ew bi xwe jî ji xeynî ’tunekirinê’ ti gotinan bilêv nakin. Herwiha sloganên dijkurd ên ji hêla leşker û polîsên Tirk ve li ser dîwarên li Farqîn, Licê û li navçeyên din hatine nivîsandin, vê ferasetê bi aşkereyî radixe ber çavan…

Hêzên dewletê tenê ji havînê û vir ve li navçeyên ku ‘rêveberiyên cewherî’ hatine îlankirin, ji 250’yî zêdetir Kurdên sivîl kuştin. Eger xelkê ji bo xweparastinê tedbîr nestandibana û xendek nekolandibana, belkî jî ev hêjmar ji 500’î zêdetir dibû.

Ên ku xendekan wek cûmik (bênîşt) di devê xwe dicûn û ji bo dijpropagandaya berxwedana xelkê bikar tînin; an pirr naîf in û bi harî û hovîtiya dewleta Tirk nizanin, fam nakin û nabînin, an jî bi rejîmê re di nava têkîliyên pirr qilêr de ne... 

Bi pêşketinên li Sûriyê û yên li Rojava ve dewleta Tirk ketiye bin tirseke pirr mezin û wek ‘meseleya mayîn û nemanê’ radihêje meseleyê. Xwedîstatûbûna Kurdan wek parçebûna xwe dixwîne. AKP û Serokkomarê Tirk Erdogan, li Sûriyê tenê wek alîkar û hevkarê DAIŞ û En-Nûsrayê derdikevin pêş û wer tên naskirin. Jixwe piştî xistina teyareya Rûsyayê, ev rastî ji hêla berdevkên Rûsyayê ve bi aşkereyî ji raya giştî ya cîhanê re hat diyarkirin û belgeyên hevkariyê hatin deşîfrekirin…

Erdogan û AKP’ê mehek berê bi rêjeya ji sêdî 49.5’ê di hilbijartinan de bi ser ketin; lê niha di pêvajoyekê de ne ku ji her hêlan ve xitimî ye û bêçare ne. Ji ber vê rewşê jî eger benê pirsgirêka Kurdî ji destê wan bê kişandin, tiştekî ku pê li ser piya bisekinin namîne. Tirkiyê li her derê û di her mijarê de wenda dike. Eger polîtîkayên dijkurd de israr bike, dê her wenda bike...

Xweserî an jî rêveberiyên xweser êdî mijara sereke ya rojeva Kurdan e. Kurd dê bi xendekan an bêyî xendekan, bandora asîmîlasyonê û komkujiyên dewleta Tirk ji qadên xwe yên jiyanê derêxin. Lê helbet xweserî tenê bi gotinê an jî bi îlankirinê pêk nayê. Ji her hêlê ve avakirin û rêxistinîkirina jiyana civakî û aramîkirina jiyana rojane ya xelkê divê...