Berî çendek li Pîrsûsê bûm. Armanca me derbasbûna Kobanê bû. Şevê ber sînorê ku bi têlên direhî ve dorpêçandine digeriyan, biroj jî tev li çalakiyan dibûn, li qampên Kobaniyan dixebitiyan. Şevekî, li gundê Bayde man. Sibehê em ber têlan rastî malbateke Kobanê hatin. Malbat 5 kes bûn. Jin û zilam, her yekî wan emrê xwe nêzî di navbera 7 û 10 salî de jî sê zarok... Xêncî derbasbûnê tu fikrekî wan nîn bû. Me jî biryar da ku em tevî wan biçin... Lê ew roj jî hewldaniya me tu encamek neda, yê malbatê jî her wisa...
Lê ya ku me bi çavê xwe ve didît, zêdetirî malbatên Kobanê, di warê ewlehiyê de baweriya xwe bi leşkerên Tirk nebû, li çend metro ji wî alî bombe dikevin, qanas û hewanan tên avêtin, lê ez şaş dimam, malbatiyan ew der, ango Kobanê li gor ser xetê hê ciheke ewlehtir didîtin. Bi minakê ku ew roj em jiyan, ser wê fikiriyam, gelo çawa dibe ku însan, ciheke di bin bombebaranê de jî be, ji ciheke di bin qontrola desthilatdariyeke din re tercîh dike?Lê çendek şunde, ew pirsên ku li mêjiya min xera dikirin jî sivik man... Ji ber ku, pêy hev derbasbûna sînorê ya li hêla Kobanê wek karekî rojane pêk hat... Her roj jin, kal û pîr, zarok û ji her emrî însan derbasî bajarê xwe bûn û roj bi roj hê jî derbas dibin. Doh jî ez bihîstim, malbata Wezîrê Parastin a Kobanê jî derbasî hêla Kobanê bûne. Îja vegerîna malbatan jî, ne tenê bi sedema êdî ewlehbûna Kobanê ye. Ji ber ku her kes zane ku li Kobanê ewlehî sedî sed nîn e. Lê berxwedaniya Kobanê, ji her kesî re nêrînek, têgihînek û baweriyek da... Êdî her kes zane ku, heke însan ber xwe bide, tu hêz, tu çete, tu desthilatdarî, tu dewlet û tu hovitî nikare dest dayîne li ser maf û jiyana însanê...
Wekî ku Jean Jack Rousseau, ango Russo, 250 sal berî vê nêrînek, ramanek anîbû pêş, di wê ramanê de digot: "Axa dunyayê, ji bo ku însan li ser wê axê bijî hene. Heke rojek, kesek were û li ser axeke ku însan di nav de dijîn ji bo xwe bixwaze, ew bîzat dixwaze bi wesîleya serwetê desthilatdariya însan li ser însan damezirîne, ango sîstema qapîtalîzmê ava bike û dagirkerî wek pergalek li ser jiyana însanan bide runişkandin. Ew kesî baş nas bikin, xwedî çi meşrûiyetê dibe bila bibe, yekemîn dagirker ew e." Em dikarin ramaniya Russo pişopînin û bigihînin vê encamê ku; "Heke kesek ji dagirkeriyê re dengê xwe dernexe, ew kes ew roj xulamiya xwe îlan kiriye, ji bo însanetiyê taluke ya herî mezin jî ew e. Vegerîna malê ya Kobanêyan jî ne tevgerîneke talûke, dewsa ve yekê xwe ji talûkeyan xilaskirin bixwe ye. Xwedî derketin a axa xwe, her di bin bombebaranê de jî be, parastina jiyan e... Êdî pergala parastina jiyanê rûniştiye, talûkeya herî mezin di mêjî de bû, xuyaye ku ew jî bi xêra berxwedêran paş ve maye...