Endamên KCK’ê Demhat Egîd (Seyîdxan Ayaz) û Cemîl Amed (Eser Irmak) 15´ê Cotmehê li Silêmaniyê bi êrişeke hewayî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin. Ji bo wan li Silêmaniyê merasîmeke mezin bihata lidarxistin. Lê li gorî agahiyên Komîtiya Merasîmê dane, şeva din cenaze YNKê cenaze ji Silêmaniyê birin navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê.
Tevî vê hewldanê jî li Silêmaniyê merasîmek pêk hat. Şandeyek Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîst ya Îranê, hejmarek pêşmerge û endamên komîteya navendî beşdarî merasîmê bûn. Şandek Hizba Komunîsta Kurdistanê û hinek pêkhateyên cuda yên Silêmaniyê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasimê de Hesen Cûdî peyama KCKê xwend. Berpirsê Komîteya Hizba Kominîst a Kurdistanê ya Silêmaniyê Goran Hisên jî axaftinek kir.
Paşê karwanekî mezin ê têde bi hezaran kes hebû tevî cenazeyan berê xwe dan Qendîlê. Cenaze li Qendîlê bi merasîmekê hatin veşartin.