Fermandarê HPG’ê Mehmet Can Gurhan (Reşît Serdar) ku 18’ê mijdara 2012’an de jiyana xwe ji dest da li Qadên Parastina Medya hat bibîranîn. Murat Karayilan di merasîmê de axivî û ligel Reşît Serdan fermandarê HPG’ê Kerîm Şirnak, Huseyîn Mahîr û Sakîne Cansiz bibîranî. Fermandarê Navenda Parastina Gel  Murat Karayilan da zanîn ku ew li ber hemû şehîdê Şerê Şoreşger yê Gel rêzdarin û da zanîn ku di ew di yekemîn salvgera Reşîd heval de ji hemû malbat û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Karayilan di berdewamiya axafatina xwe de wiha got: “Dema mirov şehîdên demî û dîrokî tînin ziman, ji mirovan re giran û zor tê. Di mijdara 2012’an de şehîdata hevala Kerîm û Reşît pêk hatiye. Dema em van hevalan tînin ziman, em zehmetiyan dikişînin. Ew fermandarên pêşeng yên Berxwedan Şemzînanê bûn. Em deyndanê wanin. Ji çalakiya Oremarê heta niha, ji 2007’an heta niha di serî de xeta Zagros Oremarê gelek çalakî pêk hatin. Heval Reşît di van çalakiyan de kedek mezin daye û bi performansa xwe ya leşkerî, ev ruhê srehildanê gihandiye asta herî jor.  Windahiya Egîdên vê demê bo me gelek zor û giran bû. Lê di heman demê de berpirsyariya me jî girantir kirine. Ya ji me re dimîne divê em têkoşîna wan bilind bikin.”

Guleya yekemîn
Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di têkoşîna xwe ya 22 salan de rolek mezin lîstiye û fermandarekî mezin bû. Tu car ji derfetên kesên din fêde negirt. Di şert û mercên herî zehmet de bi hewldan û derfetên xwe  li qadê cih girt. Ruhê bidestxistinê taybetiya herî mezin ya heval Reşît bû. Her tim rêbazek çareseriyê didît. Hevala Reşît û Kerîm Şirnak, di şopa heval Egît de meşiyan û ji xwe re mînak girtin. Heval Reşît guleya Dihê hatiye avêtin her tim jiyan û xist pratîka xwe. Heval Reşît jî bi xwe ji Eruhê ye.” Karayilan di berdewamiya axaftin axwe de wiha got: “Yek ji qadên herî dijwar a qada têkoşîna me Çelê ye. Ligel vê heval Reşît têkoşîneke mezin daye û di sala 2012’an de li wir cih girtiye. Di 18 hedefan çalakî pêk aniye û encamên gelek baş bidestxistiye. Di vê terzê de rêxistinkirina çalakiyê taktîk û kurbûneke cidî dixwaze. Heval Reşît girîngiya çalakiya Çelê di bernameyê de wiha gotibû: “Çalakiya Çelê nîşan daye ku li cihên ku herîz êde dijmin bi hêze jî çalakiyên mezin dikarin pêk werin.” Ev jî nîşan dide ku ruh û terza Egîtan pê re heye. Di berxwedana Şemzînanê de jî xwe nîşan daye.”
Karayilan destnîşan kir ku kesayeteke din ya mirov mînak bidin hevala Huseyîne û di axaftina xwe de endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Mahîr Çelîk yê bi navê kod Huseyîn Mahîr jî bibîranî û wiha axivî: “Hevalê Huseyîn fedayiyê tevgera me bû. Ji bo li herêmên herî dijwar ên şer cih bigire, li eniyên herî pêş wezîfeyê bike, salekê dema di rêveberiyê de bû nîqaş dikir. Hevalê Huseyîn di rapora xwe ya pêşniyarê ya di arşîva me de cih digire digot; ‘Eger ez şehîd bikevim jî wê ev yek bibe tevkariyek ji bo tevgera me be, eger şehîd nekevim, bi ezmûna xwe re ezê ji rêxistin û hevalên xwe yên pê re têdikoşim bibim alîkar. Ji bo vê yekê jî dixwazim rêxistin li qada têkoşînê ya Bakur wezîfeyê bide min.’ Rihê hevalê Huseyîn temsîl dike, ruhê fedaîtiye, ev Apoyîtiya fedaî ye.”

Fermandar Kerîm
Karayilan dewama axaftina xwe ji yek ji fermandarên HPG’ê Hamît Akil (Kerîm Şirnak) re veqetand, ku di 3’ê Mijdara 2012’an de di encama bombebarana hewayî de li qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da. Karayilan anî ziman ku Kerîm Şirnak 28 salên xwe li çiyayên Kurdistanê derbas kir û destnîşan kir ku Kerîm Şirnak ji salên destpêkê yên têkoşîna çekdarî ve bû yek ji fermandarên ku gerîlatî mezin kir.
Murat Karayilan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şehadetên salên dawî yanî şehadetên 2011, 2012 û herî dawî jî 2013 ji bo me şehadetên gelekî giran in. Fermandarên bi ked, hewldan û cesareta xwe derketin pêş Rustem, Elîşêr, Çîçek, Simko, Nûman û hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê jiyana xwe ji dest dan, ji bo me windahiyê mezin in. Hevala Sara salên dirêj têkoşîneke mezin meşand, hevala Sara li gerîla jî, li qada civakî jî, li zîndanan jî her tim li refên pêş ên têkoşînê bû. Li Botanê, li Herekolê, li Bestayê û li Kela Memê bi sekna xwe her tim bû mînak. Hebûna hevala Sara ya li nava tabûrekê jî têr dikir ku cesaretê bide her kesî. Di kesayetiya Egîd û Reşîdan de em soza serketinê careke din ji bo şehîdan dûbare dikin.”

ANF/BEHDÎNAN