
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser bûyerên li Tirkiyê û herêmê rû didin. KCK’ê da xuyakirin ku li sedan cînayetên 12 salên desthilatdariya hikûmeta AKP’ê yeka nû zêde bûye û diyar kir ku li ser sînorê Kobanê, şoreşgereke jin a ciwan a bi ruhê azadiyê û dildara jiyana komunal a demokratîk qetil kiriye. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Roj nîne ku leşker û polîsên desthilatdariya AKP’ê mirovekî nekujin. Desthilatdariya AKP, şerê qirêj ê hêzên şerê taybet ê salên 90’î yên Çîller-Guneş, bi rê û rêbazên nû dewam dike. Hesabê bi sedan ciwan, extiyar û jinên di 12 salên vê desthilatdariyê de hatine qetilkirin, nehatiye dayîn. Di ser re di serhildana Amedê ya 2006 û komkujiya Roboskî de, leşker û polîsên bi dehan Kurd qetil kirine, pîroz kiriye.”
12 salin mirovan dikuje
Hevserokatiyê diyar kir ku ligel vê rastiya desthilatdariya AKP’ê, sûcdarkirina tevgera demokratîk a Kurdan û hêzên demokrasiyê nîşan dide ku AKP polîtîkayeke çawa ya durû û qirêj dimeşîne. KCK’ê bibîr xist ku hefteyek beriya qetilkirina Kader Ortakaya, li Silopiyê ciwanek hat qetilkirin û got, “Hikûmeta AKP’ê, mîna desthilatdariya xwe ya 12 salan, hesabê van kuştinên ku kiryar ew bi xwe ye, nade. Mîna ku yê ev cînayet kiriye ne ew bi durûtî tevdigere. Li cîhanê welatekî din nîne ku cînayetên leşker û polîsan tê rewakirin. Dibêjim em weke Iraq û Sûriyeyê nînin, em welatê xwe li derveyî şer dihêlin. Lê belê bi awayekî yekalî li dijî gel şer dimeşînin û her roj mirovan dikujin.”
Ji qatilên Ortakaya hesab bipirsin
Hevserokatiyê ragihand ku divê hemû hêzên demokrasiyê, parêzvanên mafên mirovan û demokratên li Tirkiyeyê, ji bo pirsîna hesabê van kuştinan bikevin nava tevgerê û got, “Divê gelên me li hemberî desthilatdariya AKP’ê ku berpirsyarê kuştina mirovên di serhildana Amedê ya 2006’an, Roboskî û serhildana Cotmehê û hemû cînayetan e, helwestê nîşan bidin, têkoşînê bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk tacîdar bikin. Em hemû ciwanên ku bi ruhê azadiyê yê Kader Ortakaya, hêviya jiyana azad û demokratîk a gelan bilind dikin û bi vî ruhî li Kobanê li ser navê mirovahiyê şer dikin, bi rêzdarî silav dikin, bi minetdarî bibîr tînin. Evîndara azadiyê Kader Ortakaya ya ji bo rizgariya Kobanê canê xwe da, tu û hemû rêhevalên te xweş razên. Kobanê wê rizgar bibe, Kurdistan wê azad bibe û tevahiya Rojhilata Navîn demokratîk bibe.”
AKP û Erdogan jî wê têk biçin
Ekîba şer Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê lîstikvanê futbolê Denîz Nakî yê bi ruhê demokasî û azadiyê, ji dildariya nasname û azadiyê tawîz neda silav kir û got, “Ji ber ku nîşan da neviyê Seyîd Riza ye em wî pîroz dikin. Heta ku neviyên leheng ên dildarê azadiyê yên Seyîd Riza hebin, wê kes nikaribe êdî ciwanan bêdeng bikin. Denîz Nakî û Kader Ortakaya mizgîniya Kurdistana azad û demokratîk in. Kuştin û êrîşên demên dawî nîşan didin ku hikûmeta AKP’ê li dijî Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dest bi şer kiriye. Çawa ku şefên şerê taybet ên salên 1990’î Dogan, Çîller û Agar têk çûn, ekîba şerê taybet a ji Erdogan, Ozel û Davûtoglû pêk tê jî, wê winda bike.”
ANF/BEHDÎNAN