Hêzên El-Sendadîd pêr bi rêya civîna çapemeniyê ya li gundê El-Hîşe yê li bakurê Reqayê, îlan kir ku ew ê tevlî hemleya Xezeba Firatê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibin.

Li ser tevlîbûna hêzên wan, Fermandarê Gîştî yê Hêzên El-Senadîd, Bender Deham El-Hadî ji ANHA´yê got, ew ê tevlî Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bibin da ku koka çeteyên DAIŞ’ê ji ser axa Sûriyê rakin û “Paytexta xîlafeta wan hilweşînin”.

Fermandar El-Hadî diyar kir ku derxistina DAIŞ’ê ji Reqayê tê wateya derxistina wê ji tevahiya xaka Sûriyê û wiha dewam kir: “Ew hemû hêz û morala xwe ji Reqayê digirin. Rizgarkirina vî bajarê Sûriyê tê wateya derxistina DAIŞ’ê ji tevahî xaka Sûriyê”.

Fermandar El-Hadî destnîşan kir ku hêzên wan xwe ji bo tevlîbûneke xurt ji vê hemleyê re amade kiriye û ew ê bi hemû enerjiya xwe DAIŞ’ê ji Sûriyê derxînin. 


 ANHA / REQA