Tevî erkdarkirina Mihemed Tofîq Elawî ya ji bo pêkanîna hikumetê jî, li Iraqê xwepêşandan dewam dikin. Herweha di navbera alîgirên Sedir û xwepêşandêrên li dijî Elawî de jî alozî çêbû.

Di 1’ê Sibatê de serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi aweyekî fermî Mihemed Tofîq Elawî ji bo pêkanîna Hikumeta Iraqê erkdarkir. Li gorî destûrê jî pêwîst e ku di nava 30 rojan de hikumet were avakirin. Tevî erkdarkirina Elawî ya ji bo pêkanîna hikumetê jî, li Iraqê xwepêşandan nesekinîn. Xwepêşanderên li Iraqê erkdarkirina Elawî red dikin û xwepêşandan jî dewam dikin.

Li bajarê Nasriye, du roje hêzên ewlekarî û alîgirên Sedir hewl didin xwepêşandêran belav bikin. Lê xwepêşandan dewam dikin û doh jî bi hezaran kes daketin qadan.

Li gorî nûçeya Sumernewsê, xwepêşandêran li bajarê Nasriye, pira Nesir, Hezarat û Zeytûnê li trafîkê girtine. Ji bilî bajarê Nasriye, li bajarên din yên Iraqê jî xwepêşandan dewam dikin. Xwepêşandêr li dijî erkdarkirina Elawî derdikevin.

Alîgirên Elawî û Sedr hatin beramberî hev

Xwepêşandêrên li Bexdayê bang li hemû xwepêşandêrên din yên Iraqê kir da ku xwepêşandanên xwe dewam bikin. Li gorî medyaya Iraqê, di xwepêşandanên li dijî Elawî de, 5 kes li bajarên cûda yên Iraqê hatine kuştin. Herwiha tê gotin ku 3 xwepêşandêr jî birîndar bûne.

Herwiha li parêzgeha Babilê jî xwepêşandan pêkhatin, lê li wir xwepêşandêr û alîgirên Muqtedir Sedir hatin beramberî hev.

Li gorî rêjeya dawî ya komîsyona Mafê Mirovan a li Iraqê, hejmara xwepêşandêrên li Iraqê hatîn kuştin, gihiştiye 556 kesan.

 

NAVENDA NÛÇEYAN