Li Şengalê ceyrana navenda bajarê Şengalê, gundên Krî Cemay, Tel Qesab , Kebara, Wardê û Nanê hat sererastkirin û misogerkirin. Di çarçoveya heman projeyê de 17 transformatorên elektrîkê jî wê bên bicihkirin. Piştî bicihkirina van transformatoran wê ji bo civaka Şengalê jiyana li Şenaglê bi îstîqrartir be. Proje bi alîkariya rêxistina alîkariya insanî ya DYE’yê USAID û Înîsiyatîfa Nadia tê birêvebirin. Înîsiyatîfa Nadia bi serkêşiya Xelatgira Nobela Aştiyê Nadiya Mûrad wekî din jî destekê dide projeyên avakirina dibistanan, sererastkirina gundikan û dabînkirina ava vexwarinê.
ŞENGAL