ZANA SÎDÎ / KOBANÊ
Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya cihêrengiyên li herêmê de xwest dagirkeriya xwe bimeşîne. Di nava 7 salên aloziyê de, dewleta Tirk her destwerda herêmê. Her piştgiriya komên çete kir û hê dike. Hewl da û dide herêmê kontrol bike. Ji bo vê jî bi her awayî cudahiyên civakê tev dan û tev dide. Di vî warî de jî çapemenî û ragihandin weke amûrên gelaciyê bi kar anîn.
Cebhet El-Nusra destê El-Qaîde yê li Sûriyê, çeteyên Artêşa Azad û DAIŞ`ê yên ku bajarên Sûriyê veguherandin kavilan û xwîna bi hezaran gelên Sûriyê rijandin, tevde amûrên Tirkiyê ne. Bi awayekî eşkere hewl dan tevna civaka herêmê parçe bikin û armancên Tirkiyê bînin cih.
Tirkiyê bi hinceta parastina sînorên xwe hewl dide destê xwe di hundirê Sûriyê de dirêj bike, demografiya herêmê mîna herêmên bakurê rojavayê Sûriyê wekî Efrîn, Bab û Ezazê biguherîne.
Êlên Sûrî dagirkeriya Tirk red dikin
Di destpêka Cotmeha 2018`an de dezgehên çapemeniyê yên Tirk û Ereb meşa qaşo bi navê însiyatîfa Şepêla Sûrî ya Wetanî ya ku banga derbasbûna artêşa azad û dewleta Tirk a dagirker ji bo bajarê Girê Spî li darxistiye weşandin.
Li gorî dazgehên çapemeniya Tirk bi dehan êlên Ereb li herêma Rihayê meşiyan û jê xwestin derbasî herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe û li gorî gotinên wan ewlehiyê peyda bike.
Rûspî û şêxên êlên Sûriyê yên li nava welêt tev li komxebata êlên Sûriyê ya li bajarokê Eyn Îsa bûn. Zêdetirî 5 hezar kes ji tevahiya pêkhateyên Sûriyê yên nûnerên 70 êl û qebîleyên Sûriyê di civînê de amade bûn. Di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew civaka Sûrî û hevpeymana civakî diparêzin. Her wiha bang li dewleta Tirk kirin ku dagirkeriya xwe ya li Sûrî bîne.
Kombûna êlên Ereb li herêma Sirînê beriya du hefteyan diyar kir ku pêwîstiya êlên herêmê bi hindek kesayetên ku navê êlên Sûriyê berovajî dikin û desteka dewleta Tirk a dagirker dikin tune ye. Kombûnê bang li penaberên Sûriyê li Tirkiyê kir ku vegerin welatê xwe û serî li hember siyasetên Tirkiyê yên kirêt netewînin.