Li Bakurê Kurdistanê ji bo ku astengiyên li pêş perwerdeya zimanê dayikê bê rakirin, dibistanên girêdayî dewletê tên boykotkirin û Kreşa Baxçeyê Zarokan a di bin banê Xizmetên Kreş û Zarokê ya Serokatiya Daîreya Xizmeta Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bi Kurdî xizmetê dide, ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tê.

Kreşa Baxçeyê Zarokan ku di 2011’an de hat vekirin û ji bo dema nû ya 2014-2015’an gelek kesî serlêdan kir. navenda ku nêzî 400 kesî serî lê da tenê 55 zarok hatin qebûlkirin. Kreşa Baxçeyê Zarokan ku îsal di 8’ê îlonê de dest bi dema nû kir,  3 polên Kurdî û yek jî ya Kirmanckî, bi giştî 4 pol hatin vekirin. perwerde dê di 15’ê hezîrana 2015’an de bi dawî be.
Piştî Kreşên di bin bana şaredariya mezina Amedê de bi Kurdî xizmet dan,li Amedê gelek kreşên taybet tabelayên xwe guhertin û îbareya bi Kurdî perwerde tê dayîn bicihkirin. Hemû xebatkarên kreşa Baxçeyê Zarokan ji jinan pêk tên. Li navendê 9  perwerdekar û yek jê pispora zarokan dixebite. Li Kreşa Baxçeyê Zarokan ku zimanê perwerdê bi giştî Kurdiye, hemû zarok bi çanda Kurd û Kurdistanî perwerdê dibînin. Bi vê armancê di sala perwerdê de rojên taybet hatine avakirin. Zarok di dema perwerdê de di rojên Newroz, 1’ê Gulanê, 8’ê Adarê Roja Jinan, 15’ê Gulanê Rojava zimanê Dayikê, 13’ê Çile sala nû û her wiha 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek rojên taybet pîroz dikin. Her wiha di çarçoveya ku hişmendiya bajar bihêz bikin dê di nava salê de zarok li cihên dîrokê yên bajar bên gerandin.
Her wiha zarok di dema perwerdê de dersên drama, muzîk, atolyeya hunerê, çîrok, hejmar, reng û dersên hunera destan dê bibînin. Zarok ji bo bernameyên sporê û atolyeya ahşabê jî qada Jiyana Hevpaqr a Sumerparqê bikartînin.

Ji bo çanda Kurd

Berpirsa Baxçeyê Zarokan Evîn Taşdemîr da zanîn sedeme eleqeya malbatana bo kreşê perwerda Kurdiye û got: “Bi giştî malbat li malê bi zarokên xwe re Kurdî diaxivin lê piştî dest bi perwerdeya fermî dikin zimanê wan xera dibe. Sedemeke din ya tercihkirin vê kreşê eve ku girîngiyê didin çanda Kurd.
Taşdemîr balkişand ser girîngiya perwerdeya zimanê dayikê û wiha got: “Zarokên bi zimanê xwe perwerdê bibînin, ji xwe ne biyanî ne. Di alî psîkolojîk de rehetin. Her wiha dema zimanê xwe hîn dike jî pir rehet hîn dike. Taşdemîr diyar kir ku kesên serî li kreşê didin daxwaz dikin ku astengiyên li pêş Kurdî rabin û got: “Malbat bi vî awayî li dijî asîmîlasyonê dertên. Dixwazin zimanê wan bibe zimanê perwerdê. Malbat ne tenê li kreşan dixwazin li her asta dibistanê perwerde bê dayîn.

Krêşên Kurdî zêde dibin

Mamoste Ebru Şanli jî da zanîn ku ser daxwaza gel ev kreş êdî têr nake û got: “Serlêdana malbatan gelek zêde ye. Lê em neçarin hejmara ku me diyar kiriye em bigirin. Der barê vê de xebatên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî heye. Dê li gelek taxan kreşên bi vî rengî bên vekirin. zêdebûna kreşê wisa dê asîmîlasyonê jî ji holê rabike.
Zimanê dayikê mafekî serekeye. Ji bo vê divê em li bende dewletê nesekinin û got: “Rojava mînake. Ger em hewl bidin emê gelek bi ser bikevin. Rojava gelek tişt bi ser xist.”

Gel bi hestiyar û biryar e
 Şanli bi lêv kir ku gel di mijara ziman de bi hestiyar û biryare û got divê daxwazên gel bi awayekî bên pêşwazî kirin û wiha got: “Ji bo perwedeya zimanê dayikê dînamîkên herêmî û saziyên civaka sivîl dikarin xebatek hevpar bimeşînin. Her wiha avahiyên ku perwerde lê bêkirin tune ye. Ji bo perwerdê ger hewcebe dikare kon bê vedan.
Şanli destnîşan kir ku bi taybet li avahiyên fermî yên Tirkiyeyê ku dersê didin, li ser zarokên Kurd zextên psîkolojîk yên cidî diafirîne. Şanli got pergal kêm be jî di vir de bi ser ketiye û  zarokên Kurd li van avahiyên bêreng û sar ji xwe dur xistine. Şanli got armanca wan jî ev e ku ji vir şûn de pêşî li asîmîlasyonê bigirin.



DENÎZ OGUZSOY/ANF/AMED