Zimanê Kurdî bi dehan salan hate qedexekirin û ji bo pêşiya ziman bigirin her tişt kirin. Ligel vê yekê jî gel dest ji zimanê xwe berneda û bi derfetên xwe Kurdî anîn hetar roja îro. Îro her ku diçe zimanê Kurdî pêş dikeve û eleqeya li ser ziman zêdetir dibe. Li cihê ku Kurdî lî pêş dikeve yek jê Wan e. Esnafên Wanê êdî tabelayên xwe bi Kurdî dinivîsînin û ev yek her ku diçe di nava esnafan de belav dibe. Esnafên ku tabelayên Kurdî bi kar tînin diyar kirin ku ew ji bo zimanê Kurdî di hemû qadan de bidin jiyandin tabelayên xwe bi Kurdî dinivîsînin. Herî zêde li aşxane, mêwefiroş, Kuafor, pirtûkfiroş û kargehên ku alavên elektronîk difroşin tabelayên Kurdî tên nivîsandin. Gel ev hewldana esnafan bi kêxweşî û dilxweşî pêşwazî dikin. Li riya herî qelebalixe ya Cumhuriyetê dikana acenteyê bi Kurdî "Bilêta erzan" hatiye nivîsandin. Xwediyê acenteyê Osman Turkmenoglu got ku li cihê Kurd lê dijîn tebaleya wan jî bi Kurdî be ji vê xwezayîtir tu tiştekî din tune ye. Turkmenoglu bertek nîşanî esnafên ku li tabeleyên xwe bi îngilîzî, tirkî û fransizî dinivîsîn da û xwest ku ew jî li ser tabelayên xwe Kurdî binivîsînin.

Li hemû qaên jiyanê Kurdî

Li kuçeya hunerê jî salonên taştê tabelayên Kurdî bi kar tînin. Xwediyê salona taştê Yunus Caner got ku kesên ku li vir dijîn gelek jê bi Kurdî zanin û ji bo vê yekê derxin holê wan hewl daye ku tabelayên xwe bi Kurdî binivîsînin. Caner da zanîn ku wekî gel rêzê nîşanî hemû zimanan bidin û divê wan bidin jiyandin. Caner ev tişt anî ziman: "Em dixwazin zimanê xwe Kurdî li hemû qadên jiyanê bibînin."

Navê xwarinan bi Kurdî dinivîsînin

Aşxaneya ku li heman kuçeyê ye navê xwarinên xwe bi Kurdî nivîsandiye. Xebatkarê aşxaneyê Tahir Kahraman got ku ew yekemin ku li vê kuçeyê tabeleya xwe bi Kurdî nivîsandine û anî ziman ku ev 4 sal in bi navê xwarinan bi Kurdî pêşkêşî muşteriyên xwe dikin. Kahraman da zanîn ku li aşxaneya ku durum, cureyên masiyan û kofte tê firotin navê xwarinan wiha hatine nivîsandin "Balûleya mirîşkan, masiyê biraştî, taweya hemsiyan û kofteya can dayî". Kahraman anî ziman ku ji ber ku wan bi Kurdî nivîsandiya bala gelek kesan dikşîne û ji ber vê yekê tên aşxaneya wan û wiha got: "Divê gel li zimanê xwe xwedî derkeve. Heke lê xwedî dernekeve wê demê ew ê bi tunebû re rû bi rû bimîne."

'Ma em bi îngilîzî nanivîsînin!'

Li gelek beşên pişeyî yên cuda rastî tabeleyan Kurdî tên û ev demeke kargehên ku alavên elektronîk û mobîlya difroşin li ser tabelayên xwe nivîsên "Hûn bi xêr hatin" û "Hoş geldînîz" li cem hev dinivîsînin. Midûrê kargehê û berpirsyarê firotinê Ugur Çîftçîdiyar kir ku ji ber zimanê zikmakî yê gelê herêmê Kurdî ye wan jî li ser tabelayên xwe Kurdî û tirkî nivîsandine û hewldaneke bi vî rengî asayî ye. Çîftçî ev tişt anî ziman: "Ma qey em bi îngilîzî nanivîsînin. Ji ber ku em Kurd in em ê bi zimanê xwe binivîsînin." Çîftçî bilêv kir ku li cihên alavên tên firotin jî Kurdî binivîsînin û wiha domand: "Ji bo xîtabî gel bikin divê bi zimanê wan xîtabî wan bikin. Heke ne wisa be wê demê ew ê xwe wekî biyanî bibînin."

DÎHA/WAN