Li Enstîtuya Kurdî îsal 13 pol ji bo zimanê Kurdî vekiriye. Di nav van 13 polan de 2 pol asta yekemîn, 6 pol asta duyemîn û ye di jî asta seyemîn, asta çaremîn û asta mamostetiyê ne. Di nav xwendekarên enstîtuya Kurdî de yên ku karsaz, bijîşk, bazirgan, modelîst, turizm, nivîskar, fizyoterapist, mamoste, parzêr, îlahîyat, jinên malê cihe xwe digirin. Her ku diçe eleqeyeke mezin ji bo enstîtuya Kurdî zêdetir dibe. Di nav mamosteyên ku dersê didin xwendekaran de mamosteyê ku berê li Enstîtuya Kurdî perwerde dîtin û li enstîtuya Kurdî ya niha mamostetiyê dikin jî hene. Xwendekarên enstîtuya Kurdî îsal a herî biçûk 9 salî ye û yê herî mezin jî 65 salî ye. Zarok û mezin bi hev re li polan perwerdeya zimanê Kurdî dibînîn. Hem zarok hem jî xwendekar ji vê rewşê pir kêfxweş in.
Mamosteyê bi navê Alî Riza Gunduz ê ku ev salek e dersê dide xwendekarên asta yekemîn got ku ew li Stenbole hatiye dinê û piştî ku temenê wî hat 11'an hînî Kurdî dibe û wiha axivî: "Heta 11 saliya xwe ez Kurdî nizanîbûm. Min zahmetiyeke pir mezin kişand. Êşa ku min kişandî bila zarokên Kurd nekişînin. Ji ber vê jî bila bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin." Mamosteye asta duyemîn Orhan Bayar jî dazanîn ku piştî ku çar salan perwerde dît bû mamoste û ev 3 sal in mamostetiyê dike. Mamosteyê kirmanckî (zazakî) Hacî Sayin got ku enstîtuya Kurdî her serdem dersa kirmanckî dide û wiha axivî: "Dersa me ya kirmanckî du ast in. Asta yekemîn û asta duyemîn. Asta yekemîn ji bo kesên ku qet bi kirmanckî nizanin û ji bo wan em didin. Asta duyemîn jî ji bo kesên ku dikarin kirmanckî biaxivin lê nikarin binivîsin, bixwînin em didin."

Rêveberê Enstîtuya Kurdî Muzaffer Avşar derbarê xebatên xwe de axivî û ev tişt anîn ziman: "Dersên me her sal di meha îlonê de dest p ê dike. ÎKesên ku tên serî li asta yekemên dikin piranî tirk in. Dixazin hînî Kurdî bibin ji bo we tên vir. Em sere du sala an jî se salan çarekî kursa mamostetiye li vir vedikin. Ye ku diwxazin bibin mamoste tên kayda xwe çêdikin. Kursa me ya mamostetiyê salekê berdewam dike."

DÎHA/STENBOL