
Kursa sê qonaxan
Halîl Kûzû da zanîn ku wan bi sala perwerde û hîndekariyê ya 2013-2014'an re dest bi perwerdeya Kurdî kirine û anî ziman ku ders di sê qonaxan de tên dayîn. Kûzû diyar kir ku di asta yekemîn de ders ji karmend û mamosteyên ji derveyî navçeyê hatine ji bo kar û bi Kurdî nizanin, tê dayîn. Kûzû ragihand ku di qonaxa duyemîn de jî ders ji welatiyên xwendin û nivîsandina bi Kurdî nizanin re tê dayîn û got, "Di qonaxa sêyemîn de jî ders ji kûrsiyerên asta duyemîn qedandine re tê dayîn. Ev ders jî ji bo welatiyên dixwazin gramera xwe bi pêş bixîne, tê dayîn."
Daxwaza Kurdî zêde ye
Halîl Kûzû da xuyakirin ku her serê sê mehan carekê xwendekarên wan dikevin ezmûnan û diyar kir ku xwendekarên di binê benda pûanên wan diyar kirine de dimîne, bi rê û rêbazên cuda yên perwerdeyê wan digihîne xwendekarên ezmûn derbas kirine. Serokê şaxa KURDÎ-DER´ê yê Qoserê Halîl Kûzû anî ziman ku par di qonaxên yekemîn û duyemîn de zêdeyî çar sed xwendekar mezûn bûne û da zanîn ku piraniya xwendekarên wan ên mezûn bûne dest bi nivîsandin û xwendina Kurdî kirine û nivîsên wan di navgînên cuda yên çapemeniyê de tên weşandin.
Perwerdeya pir alî
Kûzû da zanîn ku di vê demê de ji sê kategoriyan di 10 sinifan de wan dest bi dayîna dersan ji bo 200 xwendekaran kirine û diyar kir ku ji ber piraniya kûrsiyerên wan xebatkarin, dersên wan êvarê û dawiya hefteyê tên dayîn. Kûzû ragihand ku li Şaxên Egîtîm-Sen ên Qoser û Mêrdînê û li Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Nûda ya Qoserê, dersxaneyên wan ji bo bi tenê jinan hene. Kûzû da xuyakirin ku ji heşt sed xwendekarên li Mala Piştevaniya Perwerdeyê ya Şaredariya Qoserê dersê dibînin, li sinifên cuda ji aliyê mamosteyên KURDÎ-DER'ê ve her roj bi du saetan tên perwerdekirin.
DÎHA/MÊRDÎN