Qedexe astengî ye
Serokê şaxa KURDÎ-DER´ê yê Erdîşê Erol Cengiz derbarê mijarî de agahî dan û anî ziman ku ji ber eleqeya zêde ya van pirtûkan rastî nerazîbûna gel hatine. Cengîz wiha got; “Mixabin ji ber qedexeyên li Tirkiyê xwendekar nikarin pirtûkên ku dixwazin bixwînin bibînin. Em jî ji ber vê yekê nikarin pirtûkên daxwaz pir têne kirin bînin û bigihînin xwendevanên wan.”
Roja pêşî qediya
Cengiz diyar kir ku ev cara duyemîn de ku standa pirtûkûn bi mijarên çanda Kurd, wêjeya Kurd, dîroka Kurd û yên siyasî vedikin.
Cengiz destnîşan kir ku di roja pêşî de ev pirtûkên mijara gotinê qediya ne û daxwaza gel jî zêde ye. Cengiz wiha got: “Me wet texmîn nedikir ku wê evqas pirtûk bêne firotin. Eleqeya ji bo pirtûkên Ocalan û yên Kurdî zêde ye. Piraniya pirtûkên me di roja pêşî de hatin firotin.”
Pirtûkên Ocalan pir diçin
Serokê şaxa KURDÎ-DER´ê yê Erdîşê Erol Cengiz diyarkir ku piraniya kesên ku tên serdana standê beriya her tiştî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dipirsin û got: “Heta me van pirtûkan peyda kir me gelek zehmetî kişand. Gel dizane ku Kurdî bi saya Ocalan azad bû û hat heskirin. Ji ber vê jî pirtûkên Rêberê vî gelî pir têne meraq kirin. Gel dema van pirtûkan nabîne hêrs jî dibe.”
Cengîz xwest ku qedexeyêb li ser pirtûkên Ocalan rabe daku gel bi hêsanî karibe van pirtûkan bikire û fêde ji wan bigre.
DİHA/WAN