Nunerên rêxistinên ewelî ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku li rexmê biryarên hikûmeta AKP’ê, Şûraya Dewletê, DMME’yê, hîna jî dersa ol a neçarî di dibistanan de berdewam dike. Nuneran nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û xwestin neguhêzbar ku di sala 1925 de bi derxistina zagonekê ji tekke û dergahan hatibûn wergirtin, dîsa şun ve bêne dayîn û ji bo vê dest bi xebatan kirin.
Endamê Komîsyona Baweriyan a KCD’ê û Alikarö Serok Federasyona Alevî Bektaşiyê Kemal Bulbul diyar kir ku ew daxwaz dikin ku dersa ol a neçarî bê rakirin û weke dersa vebijark bê dayîn.
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Ebdal (PSAKD) Huseyîn Guzelgul jî diyar kir ku ew daxwaza wê yekê nakin ku dersa elewîtî bê dayîn, ew daxwaz dikin dersa neçarî ya olî bê rakirin. Guzelgul wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê bi vê pêkanîna xwe dibêje qey min qenciyekê li elewiyan kiriye, Lê ev yek ji bilî xapandinê ne tiştek din e. Em naxwazin zarokên me bi dersa ol bêne empozekirin. Kesên ku bixwazin dersa elewitiyê hîn bibin, cih heye. Evane jî cemxane ne. Piştî elewitiyê xisitn pirtûkên olî, ew ê şîroveyên ‘Seîdê Nûrsî û Cubbelî Ahmet’ jî bixin pirtûkan. Her çendî di pirtûkan de sernavên der barê elewiyan de hebin jî, ew ê di wir de dîsa hizir û ramanên xwe bidin hînkirin. Gava mirov li axaftinên Serokwezîr Erdogan û rayedarên AKP’ê dimeyzîne, em vê yekê bibînin. Wê bê dîtin bê zîhniyeteke çiqas qirêj heye.”
Sekreterê Giştî yê PSAKD’ê Cemal Şahîn jî daxwaza paş ve vegerandina malhebûnên elewiyan kir û got; “Di sala bi girtina tekke û zaviyeyan a ku di sala 1925 de pêk hatin derbeyeke mezin li elewiyan hate xistin. Di wê demê de dergah û tekkeyên elewiyan hatin girtin. Hikûmet dixwaze elewiyan di nava suniyan de bişêve û dixwazin elewiyên dewletê biafirînin.”
Serokê Komeleya Çandê ya Elewiyan a Hubyar Sultan Alî Kenanoglû jî diyar kir ku pêşî pêşîlevkirina elewiyan, hemû pêşîlêvekirinên hikûmetê ji bo xapandinê bûn. Kenanoglû diyar kir ku ji bo tiştên tekke ve dergahên elewiyan şun ve bêne vegerandin, wana dest bi xebatê kirine û destnîşan kir ku wê hin parlamenter ev mijar bibin rojeva Meclîsê jî. Kenanoglû ragihand ku li gelemperiya Tirkiyeyê nêzî 18 dergah û 167 tekkeyên elewiyan hene.


AYGUL YILDIZ - ANF-ENQERE