Nivîskar û rojnamegerê Kurd Elî Kerîmî got halê Îran ê aborî û siyasî xerab e û wiha peyivî:”Got ku li dijî darvekirin û zulma rejîma Îranê de, niha çeka herî bi hêz raperîna gele ku dakevin qadan.”

Rejîma Îranê ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî cezayê darvekirinê dayê û rayedarên girtîgehê ji Penahî re gotine ku piştî meha Remezanê wê cezayê wî pêk bînin.

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî li ser rewşa niha ya Îranê û biryara darvekirina Ramîn wiha axivî; “Îran di rewşek aborî, civakî û siyasî ya nebaş de ye. Doza Ramîn ne ya destpêk û nabe ya dawî jî. Lê hêvî dikim ku doza dawî be ku êdî Komara Îslamiya Îranê birûxe.”

 Çeka herî mezin raperîna gel e

Elî Kerîmî diyar kir ku ew hêvî dike rewşa rejîma hîn xerabtir bibe û wiha domand; “Îro çeka herî bi bandor a dijî zulmê raperîna gel e. Daxwaz ji gelê Rojhilatê Kurdistan dikim ku weke raperînên mehên buhrî yên bajarê Bane, dijî darvekirin û zulmê dakevin qadan.

Divê Kurd li dijî komara darvekirinê rolek giring ê mûxalefetê bilîze. Ji bo wê jî divê hêzên Rojhilatê Kurdistanê hev bigirin. Ez di wê baweriyê de me ku di meha Tebaxê de textên li ser Îranê wê destpê bikin. Komara Îslamî wê çûk dane.”

ROJNEWS/KERKUK