Hunermend Elî Merdan di 37’emîn wefata xwe de, li Kerkûkê bi konserekî awaz û strana hate bîranîn.

Li Hola Şehîd Sîwan Talabanî ya Kerkûkê bi pêşengiya Rêveberiya Hunerî û Rewşenbîrî ya Kerkûkê, Hunermend Elî Merdan di 37’emîn salvegera wefata xwe de, hate bîranîn.

Konserê bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştre jî ji aliyê hunermendan ve çend awazên Elî Merdan hatin pêşkêşkirin.

Berpirsê Rêveberiya Hunerî û Rewşenbîrî ya Kerkûkê, Sîrwan Bêlane der barê konserê de ev agahî dan; “Îro bi amadebûna hurmendên Hewlêrê û Silêmaniyê me bibîranîna Hunermend Elî Merdan ê koça dawî kirî, kir. Me li gorî giranbuha bûna wî bi bîr anî. Elî Merdan paşayê awaza hunerê Kurdî ye.”

Paşayê awaza Kurdî

Hunermend Elî Merdan sala 1904’an li Taxa Berteke ya Kerkûkê ji dayik bûye. Ji zarokatiya xwe ve dest bi awaza muzika Kurdî kiriye û bi sedan awaz û meqam çêkirine.

Weke ‘Paşayê awaza Kurdî’ tê binavkirin. Di temenê 77 salî de sala 1981’ê koça dawî kir. Cenazeyê wî li Kerkûkê hat veşartin.   

ROJNEWS/KERKÛK