Li gorî ankêta dawî ya li Elmanya hatî kirin, pirraniya Elmanan naxwazin Erogan li Elmanya bang li Tirkan bike.

Dîktatorê Tirk Tayyîp Erdogan ku van demên dawî têkiliyên xwe yên bi dewleta Elman re dîsa xweş kirine, piştî bi salan, 28-29’ê Îlonê bi serdaneke fermî wê biçe Elmanyayê. Muxalefeta Elman û beşeke girîng a raya giştî ya Elman naxwazin ku Erdogna bi merasîma dewletê bê pêşwazîkirin.

Diyar bû ku Erdogan dixwaze qedexeyên ku rêveberiya Berlînê beriya dema referandûma 16’ê Nîsana 2017’an û beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê li ser siyasetvan û wezîrên AKP’yî danîbû, binpê bike û dema serdana mîtîngeke girseyî bike.

Ji sedî 67 ji serdana Erdogan aciz e

Li gorî ankêtekê ku şirketa Insayê kiriye û sêşemê wê encamên wê bên weşandin, ji sedî 65,8´ê Elmanan naxwazin ku Erdogan li devereke vekirî bang li Tirkan bike. Tenê 14 ji sedî yên Elmanan vî tiştî qebûl dikin, 19 ji sedî gotin, ‘em nizanin’ an jî ramana xwe diyar nekirin.

Di çapemeniya Tirk de hatibû gotin ku ji bo mîtîngeke muhtemel hewldan li Kolnê hene, û heger ev nebe, hewldan ji bo Berlînê hene. Li gorî agahiyên dawî hêwanên mezin ên li Kolnê hê bersiv nedane AKP’yiyan. Hin rayedarên dewletê yên Elman got, “Me Erdogan tenê ji bo hevdîtinên dewletî vexwend, ne ji bo hevdîtinên taybet” û naxwazin Erdogan şovê bike.

 

BERLÎN