Li Elmanyayê endamekî din ê MÎT’ê ku xwe amade dikir sûîqestê li rêveberên saziyên Kurd ên li Elmanyayê bike, deşîfre bû. 

Di qeydên deng ên axaftina telefonê yên sîxûr Mustafa Karataş ligel rayedarê MÎT’ê de lîsteya kuştinê derkete holê. Di lîsteyê de li gel rêveberiyên saziyên Kurd, navê wekîleke Elman jî heye. 

Piştî gefxwarina Serokkomarê Tirk Recep. T. Erdogan a li dijî Kurdên Ewrûpayê ku gotibû, ‘dabeşker her li ku bin em ê bikevin hêlîna wan û wan ceza bikin’ li Ewrûpayê xebatên sîxûriyê yên MÎT’ê zêde bûn.


Divê Erdogan were girtin

Der barê mijarê de nûnerên saziyên Kurdan bi civîneke çapemeniyê ya li Parlemena Eyaleta Hambûrgê diyar kir ku qeydên deng di destê wan de hene yên ku tê de Karataş bi rêveberên MÎT’ê re diaxive û gotin divê berpirsê wan Erdogan li Elmanyayê were girtin.

Parlementera Eyaleta Hambûrgê ya Partiya Çep, Cansû Ozdemîr, hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç û rêveberên partiya Çep Sabîne Boerddinghaus û Florian Kaiser beşdarî civînê bûn.

Nûnerên saziyên Kurdan diyar kir ku ev sîxurî bi plan e û talîmata Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan dibe û xwestin, dema Erdogan hat Hambûrgê, were girtin.


Elmanya çima bêdeng e?

Di civînê de Goksungur got, em naxwazin rewşeke wekî ya sala 2013’an biqewime û heke tiştekî wisa biqewime, berpirsa vî tiştî dewleta Elman e. Goksungur got, “Dizanibûn ku em ê vê civînê li dar bixin. Duh sibehê kevokeke mirî danîne ber devê deriyê Yuksel Koç, bi telefonan her roj tehdît dikin. Rayedarên Elman, ligel ku bi vî tiştî dizanin, bêdeng in. Di qeyda deng a Mustafa Karataş de navê kesên wekî Zubeyîr Aydar, Yuksel Koç, Cansû Ozdemîr û Sevahîr Bayindir heye. Divê doza şêwirmendê Erdogan Gergerlîoglû, Mehmet Fatîh Sayan û doza Mustafa Karataş bibe yek.”

Goksungur wekî din got, “Erdogan bi xwe talîmata van tiştan daye. Siyasetvanên Kurd dikin hedef. Ji ber vê jî daxwaza me ew e ku dema Erdogan hat Elmanyayê, bila were girtin.”


´Ev endamên MÎT´ê li ku ne?´

Hevseroka din a KCK-E Yuksel Koç jî îşaret bi xebatên îstîxbarata Tirk li welatên Ewrûpayê kir û got, “Em ji dewleta Elman dipirsin; Di qeydên dengan de Cemîl Bey, Dogu Bey, Selçûk, Bînalî kî ne? Ev niha li Elmanyayê dimînin yan jî li Tirkiyeyê? Em dixwazin van bizanin. Pêwîst e dewleta Elmanyayê van derxe holê.”

Koç îşaret bi tehlûkeya li ser jiyana parlemantera berî ya BDP´ê Sevahîr Bayindir jî kir û got; “Jiyana Sevahir Bayîndir di xeterê de ye. Dîsan navê gelek kesan derbas dibe. Jiyana van hemû siyasetvanan di xetereyê de ye. Pêwîst e dewleta Elman êrişa li dijî van siyasetmedaran bide sekinandin û van kesan biparêze. Niha dozgerê Hambûrgê dixwaze doza Mehmet Fatîh Sayan bike tenê ya kesekî. Li gorî me ev şaş e. Ev tiştekî bi plan û organîzekirî ye.” n NAVENDA NÛÇEYAN


Di qeydiyan de MÎT eşkere ye

Ji axaftinên telefonê yên Mustafa Karataş bi birêveberekî payebilind ê MÎT’ê re derket holê ku ew bi Mehmet Fatîh Sayan re koordînekirî dixebite, di hedefa wî de siyasetvanên Kurd Zubeyir Aydar, Hevserokê KCDK-E‘yê Yuksel Koç, wekîla berê ya HDPê Sevahîr Bayindir û Wekîla Eyaleta Hambûrgê ya Partiya Çep (Die Linke) Cansu Ozdemîr hene.

Di qeydên deng de agahî hene ku Mûstafa Karataş ji bilî MÎT’ê agahiyê dide îstîxbarata Elman jî. Gotina rayedarê MÎTê, ‘ez ê biçime Laheyê, li wir bi rêveberên payebilind re baxivim’ jî nîşan dide ku MÎT´ê li Laheyê baregeh ava kiriye.

Di qeyda deng de diyar dibe ku diyalog bi rengê fermandayîn-fermanstandinê dibe. Mustafa Karataş navê kesên ku wê wan bikuje yek bi yek ji rêveberê MÎT’ê re dibêje. Bi taybetî ji ber ku cihê siyasetvanên Kurd beriya bi 3 saetan tê diyarkirin, cidiyeta meseleyê nîşan dide.