Bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ‘Serokkomarê Tirk piçûk xistiye’ bi daxwaza Tirkiyeyê, penaberê Kurd Îbrahîm O. yê ku li Elmanya dijî, Îfade da dozgerên Elman.
Parêzerê penaberê Kurd got, “Biya min agahiyên şexsî yê miwekîlê min dane dewleta Tirk”.
Beriya serdana serokkomarê Tirk Erdogan ya li Elmanya ku çav li rê ye 28-29’ê Îlonê biçe paytexta Elmanyayê Berlînê, hevkariya dewleta Elman û rejîma Erdogan bi rengekî berbiçav zêde bû. Careke din derkete holê ku rejîma Erdogan û dewleta Elman di qadên ‘ewlehî’ û ‘hiqûqê’ de paralel dixebitin.
Derbarê Îbrahîm O. de dozgeriya Îdirê, bi hinceta ku Serokkomarê Tirk Erdogan ‘kêm kiriye’ doz vekiribû.
Polês ji Erdogan re dişixule
Dozgeriya Îdirê piştî ku tespît kir Ibrahîm O. li Elmanya dijî dosyaya lêpirsînê şande Sefaretxaneya Tirk a Berlînê û piştre dogzeriya Neubrandenbûrgê dest li ser dosyayê danî, piştî ku O. neçû îfade neda dozgeriyê, vê carê polîsên Elman ketin dewrê.
Hate gotin, penaberê Kurd ‘sûcdar’ kirine û derbarê lêpirsînê de pirs ji O. kirine. Parêzerê penaberê Kurd, Lukas Thenune got bêyî destûra Wezareta Dadê ya eyaleta Mecklenburg-Vorpommernê miwekîlê wî nikare îfadeyê bide dozgeriyê û polîs û ji bo vê jî rexne li dozgerî û polîsan kir ku ji ber ku bang li miwekîlê wî kirine da ku îfadeyê bide.
Parêzer hevkariya saziyên dadgeriyê yên Elman ên bi rejîma Erdogan re rexne kir.
Dozgerî bersiv neda
Li ser îhtîmala ku Elmanyayê agahiyên şexsî yên miwekîlê wî dabin dewleta Tirk Parêzer Theune got, “Heke dozgeriyê agahiyên şexsî yên miwekilê min dabin saziyên Tirk, heke vê rewşê ew û malbata wî kiribe tehlûkeyê, ev hetîketiyeke hiqûqî ye.”
Parêzer diyar kir ku pirs ji dozgeriyê kirine bê ka agahiyên şexsî yên miwekîlên wî dane dewleta Tirk yan na, lê hê dozgeriyê ti bersiv nedaye.
NAVENDA NÛÇEYAN