Elmanyayê bi destûra ji bo firotina çekan a 10 mehên destpêkê yên sala 2019’an re bazirganiya çekan gihand asta herî bilind. Elmanyayê peymana çekan a bi nirxê ji 7 milyar Euroyî pejirand. Muşteriyê herî baş ê Elmanyayê jî Tirkiye ye.

Wezareta Aboriyê ya Elman der barê peymanên bazirganiya çekan de û diyar kir ku ka bi kîjan welatan re peymanên wan hene û ev agahiyan mirov matmayî hiştin. Wezaretê bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep û ragihand ku di nava 10 mehên destpêkê yên sala 2019’an de bi buhayê 7.24 milyar Euroyî peymanên çekan pejirandiye. Bi vê yekê re ji niha ve xwe gihand rekora 7.86 milyar Euroyî ku di sala 2015’an de hatibû kirin.

Elmanyayê bi buhayê 1.77 milyar Euroyî çek firot welatên Yekîtiya Ewropayê û NATO’yê. Muşteriyê herî girîng ê çekên Elmanyayê jî Tirkiye ye ku di rêza destpêkê de ye. Yên ku çek ji Elmanyayê kirîn Cezayîr, Misir, Qatar, DYA, Îngilistan, Norwêc, Awûstralya û Koreya Başûr in.

 

ANF/BERLÎN