Elmanya di hedefa MÎTê de ye
Saziya îstîxbarata navxwe ya Elmanyayê Rêxistina Berevaniya Destûrê rapora 2019’an li paytext Berlînê pêr bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. Serokê rêxistinê Thomas Haldenwang û Wezîrê Karûbarê Navxwe Horst Seehefer jî li daxuyaniya çapemeniyê hazir bûn. Di daxuyaniyê de der barê sazî û organîzasyonên ku ‘’ji hêla ewlehiya navxwe ve tehlûke’’ têne dîtin, çavdêrî û agahî hatin dayîn.
Di rapora 377 rûpelî de vê carê bi awayekî balkşê qala istixbarata dewleta Tirk MÎTê jî tê kirin. Li ser xebatên MÎT’a Tirk a li Elmanya jî tespîtên balkêş hene. Di raporê de tê gotin MÎT ji bo ku desthilata Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdodan biparêze bûye aparata ewlehiyê, îstîxbarata Tirk li Elmanyayê carinan eşkere agahiyan berhev dike û carinan jî xebatên sîxûriye dike.
Di raporê de tê gotin Elmanya di hedefa MÎT’a Tirk de ye û ji bo xebatên îstîxbarata Tirk saziyên Tirk û konsolosxane têne bikaranîn. Zêdebûna saziyên Tirk li Elmanyayê bi kêrî MÎT’ê tên û MÎT bi van xebatan dixwaze karîger be. Her wiha MÎT li Elmanyayê hewl dide ku bandorê li ser pêvajoyên biryarstandinê bike, hewl dide ku li ser qadên siyaset, aborî, artêş û cîhana zanistî îstîxbararê kom bike.’’
Di raporê de li gel ku ti xebatên fermî yên PKK’ê li Elmanyayê nînin û ji 1993’yan û vir ve qedexe ye jî 13 rûpel ji bo PKK’ê hatine veqetandin.
Di raporê de tê gotin rêxistin weke salên din, 2019’an jî hêza xwe parastiye.
Îstîxbarat destnîşan dike ku li ser êrîşên Tirkiyê, piştevaniya komên şoreşger ên Elman û aktivîstên Elman ên li gel Kurdan zêde bûne.
Her wiha tê gotin piştî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava piştevaniya navxwe ya Kurdan jî zêdetri bûye, der barê 4 şoreşgerên Elman ên ku di nav refên HPG’ê û YPG/YPJ’ê de şehid bûne agahî têne dayîn. NAVENDA NÛÇEYAN