Wezîrên Karên Derve yê Elmanyayê Sigmar Gabriel Bexda û Hewler ziyaret kir. Gabriel di serdana Bexda û Hewlerê de diyar kir ku Elmanya ji ber êrîşên PDK’ê yên li dijî gelê Êzîdî çekên nû nade Herêma Kurdistanê. 
Wezîrên Karên Derve yê Elmanyayê Sigmar Gabriel, li Bexdayê rêveberiya Iraqê û li Hewlerê rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê ziyaret kir. Gabriel, di ziyaretan de anî ziman ku Elmanya wê alîkariya çekên nû nede ji bo herêmên ku şerê li dijî DAIŞ’ê lê heye û herêmên ku lê perwerdeyê dide jî berfirehtir neke. Elmanya ji bo piştgirî û perwerdeya pêşmergeyan, ji 2014’an û vir ve 2 hezar ton çek û 150 leşker şandine Herêma Kurdistanê. Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ji bo vê alîkariya Elmanyayê malavahiya Gabriel kir. PDK’ê dema tevî hêzên derve êrîş bir ser Êzîdiyên li Xanesorê ya Şengalê, çekên ku ji Elmanyayê girtî li dijî Êzîdiyan bi kar anîn. 


 HEWLER