Meclîsa Federal a Elmanyayê pêşnûmeya “Di 1915-1916’an de li împaratoriya osmaniyan bibîrxistin û bibîranîna qirkirina li dijî ermen û kêmarên xiristiyan ên din” hate qebûlkirin. Partiyên desilatdar CDU/CSU û partiya muxalefetê ya Keskan pêşnûmeya “Di 1915-1916’an de li împaratoriya osmaniyan bibîrxistin û bibîranîna qirkirina li dijî ermen û kêmarên xiristiyan ên din” erê kirin. Meclîsa Federal a Elmanyayê ji dengên 4 partiyan li hemberî dengekî red û yek dengê bêbiryar hate qebûlkirin.
24 welat dibêjin ‘komkujî’
Bi Elmanyayê de hejmara welatên ku bûyerên 1915’an wekî komkujî qebûl dikin derket 24 welatan. Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê jî komkujî qebûl kir. Li 42 elaletên Amerîkayê jî pûşnûmeyên komkujiyê li meclîsan hate qebûlkirin. Rêveberiya Amerîkayê jî ji bo 1915’an li şûna komkujiyê bi zimanê ermen “Meds Yeghern” ango “Karaseta Mezin” bi kar tîne. Welatên din ên ku pêşnûmeya komkujiyê qebûl kirine jî wiha ne: Uruguay (1965), Başûrê Kibrisê (1982), Arjantîn (1993), Rûsya (1995), Kanada (1996), Yewnanîstan (1996), Lubnan (1997), Belçîka (1998), Swed (2000), Îtalya (2000), Vatîkan (2000), Fransa (2001), Swîsre (2003), Slovakya (2004), Hollanda (2004), Elmanya (2005), Venezuella (2005), Lîtvanya (2005), Polonya (2005), Şîlî (2007), Bolîvya (2014), Komara Çek (2015), Avusturya (2015), Sûriye (2015).
BERLÎN