Piştî gelek welatên Ewrûpî, eyaletên Elmanyayê jî tevdîrên dijwar êdî digirin da ku karibin pêşî li belavbûna bilez a vîrusa koronayê bigirin. Bayernê qedexeya derketine derve ragihand û eyaletên Saarland û Baden Wurttemberg jî dan ser şopa wê.
w Hejmara kesên bi virûsê ketî bû qederê 250 hezarî û kesên ji ber virusê mirî jî ji deh hezaran bihurî. Îtalya jî bi 3 hezar û 400 miriyî, li dinyayê bû welatê lê herî zêde kes lê ji ber vîrusê mirine. Li Çînê heta niha 3 hezar û 248 kes mirine.
Ji bo pêşîgirtina bi lez vegirtina virûsa koronayê Îtalya, Fransa, Spanya, Swêd, Holanda, Belçîka û Danîmarkayê qedexeyên derketina derve ragihandibûn. Doh jî eyaleta Bayernê ya li Elmanyayê ragihand ku ji îro û pê ve tiştekî weke qedexeya derketina derve li eyaletê dest pê dike. Êdî li eyaletê heger kesek derkeve derve divê sedemeke wî kesî ya “lê” hebe. Yanî yan divê ew li ser rêya kar be, yan jî zad, qût û avê bikire, biçe bijîşk, dermanxane, çûna alîkariyê bi kesên din re, çûna serdana hevjînanê. Spor û derketina derve ji bo hewayekê bistînin jî dibe sedem lê hingê jî divê mirov tenê be yan jî bi hevjîn û maliyên xwe re be.
Ev tevdîrên hanê serokwezîrê eyaletê Markus Soder (CSU) li Munchenê ragihandin. Di nava tevdîran de bi temamî girtina restoranan jî heye, tenê yên “drive-in” wê karibin vekirî bin. Li gorî Soder eyaletên din jî bi pirranî difikirin ku van tevdîran bicihbînin.
Berber û kuafor, dikanên malzemeyên avahîsaziyan jî tên girtin ku heta doh vekirîbûn.
Sedema girtina van tevdîran ew bû ku pêncşemê bi carekê hejmara kesên bi nexweşiyê ketî bûbû 817 û kesên ji ber virûsê mirî jî bû 15.
Eyaleta Saarland jî doh pêşniyaza qedexeya derkletina derve bir kabîneya xwe. Gava me nûçe hazir dikir hîna serokwezîr Tobias Hans (CDU) daxuyaniya fermî nedabû.
Serokwezîrê Baden Wurttembergê Kretschmann jî gava nûçeya me dihat amadekirin daxuyanî dida li ser tevdîrên nû yên li eyaletê. Ev tevdîr jî ji bo kêmkirina elaqatên civakî ye û çav li rê bû ew jî qedexeya derketina derve ya qismî ragihîne.
Çav li rê ye sibe û dusibe, eyaletên din jî tevdîrên mîna vê bigirin.
Eyaletên bakur hîna tevdîrên wisa negirtibin jî, polîs wê kontrolan bikin da ku bi komî kes neçe parkan, perrê behran.
Bîlanço ya vîrûsa koronayê
Li cîhanê hejmara nexweşên bi vîrûsa koronayê ketî roj bi roj zêde dibe. Qederê 250 hezar mirovî heta doh bi vîrûsa korona ya nû ketibûn. Heta niha bêhtirî 10 hezar kesî jî ji ber vîrûsê mirine.
Tirkiye: Li gorî hejmarên dewleta Tirk eşkere kirine, 4 kes ji ber vîrusê mirine, 359 kes jî pê ketine.
Çîn: Dewletê got, li welêt kes bi vîrûsê neketine, lê 39 kesên ji derveyî welêt hatin bi vîrûsê ketine. Kesên ji derveyî Çînê bên wê 14 rojan di karantînayê de bên hiştin. Li Çînê heta niha 80 hezar û 957 kes bi vîrûsê ketine. Hejmara qurbaniyan jî 3 hezar û 248 kes bû.
Îtalya: Ji aliyê qurbaniyan ve Îtalya ji Çînê bihurî. Di nava 24 saetên dawî de 427 kesî jiyana xwe ji dest da. Hejmara qurbaniyên li Îtalyayê bû 3 hezar û 400 kes.
Îran: Piştî Çîn û Îtalyayê vîrûsê bandora herî giran li Îranê kir. Li Îranê 149 kesên din mirin û hejmara qurbaniyan bû 1433 kes.
Spanya: Li Spanyayê di nava rojekê de 235 kesên din ji ber vîrûsê mirin û hejmara qurbaniyan bû 1002 kes. Serokê Navenda Rewşa Lezgîn a Nexweşiyên Şewbê Fernando Sîmon anî ziman 19 hezar 980 kes li Spanyayê bi vîrûsê ketine.
Elmanya: Li Elmanyayê, di nava rojekê de 2 hezar û 958 kes bi vîrûsê ketin û hejmara nexweşan gihîşt 14 hezar kesî.
Ingilîstan: Li Ingilîstanê heta niha 3 hezar û 269 kes bi vîrûsê ketine, û 144 kes jî mirine.
NAVENDA NÛÇEYAN