Pirî caran ev gotina ku „dîrok xwe dubare dike“ li ber guhê mirovan dikeve. Çiqas rast e, ne rast e ev jî babeta niqaşê ye, lê hind bûyer dikin ku mirov li dema borî vegere. Wek mînak, ji nû ve xurtbûna rastgirên radîkal yên li Elmanyayê ne. Nivîskar, hozan û têkoşerê azadiyê Heinrich Heine di serdema jiyana xwe de gelek îşaret bi tehlûkeya hatina pergala nijadperest dabû. Neçar mabû ola xwe biguhere; ew cihû bû, mafên Cihûyan ji bo gelek derfetan nebûn. Dema pirtûka wî ji aliyê nijadperestan ve hat şewitandin ev gotina navdar kir: “Li cihê pirtûk bên şewitandin, misoger wê rojek mirov jî bên şewitandin.” Heinrich Heine di helbesta xwe ya bi navê Cawkerên Slizyayî de dibêje:”Elmanya em kefenê te dihonin.” Di vê dema ku Elmanya carekî din jî dibe qada rastgirên radîkal, gotina Heine wek; Elmanya kefenê xwe dihûne di hişê mirov de olan dide. 


Romantîk, mirovhez û sosyalîst 

Heinrich Heine di 13.12.1797’an de li Elmanya Dûsseldorfê wek zarokê malbateke Cihû hatiye dinê. Heine yek ji helbestvanên herî navdar yên sedsala 19’an tê dîtin. Bavê Heine bazirgan bû, apê wî banker lê Heine xwe bi wan karan ve berneda. Di jiyana Heinrich Heine de evîna wî ya dotmamê jî cihekî girîng digire. Ev evîna bê hêvî ya heta dawiya jiyana wî yê bandorê lê bike, ji destpêkê heta dawiyê yekalî bûye. Ev evîn kiriye ku Heine helbestên hestiyar û zîz binivîsîne. Heinrich Heine li zanîngehên Gotîngen, Bonn û Humboltê hûqûq xwendiye, lê ji hûqûqê pirtir bi felsefe û wêjeyê ve eleqeder bûye. 


Ola xwe guherand lê dîsa jî ji êrîşan rizgar nebû

Heine sala 1825’an ji zanîngeha Gottingenê ya Hûqûqê destûryar girt, di heman salê de jî li Heiligenstadtê beşdarê mezheba protestanî bû, ola Mesihî qebûl kir. Sedemê vê jî ew bû ku di dewleta Elman ya wê demê de wek merceke ji kesayetiya azad dihat dîtin. Eger ev gav neavêtiba, wê ew jî bi astengiyên ji Cihûyan re dihatin derxistin re rû bi rû bimaya. Wê demê bi tenê destûra xebatê ji Mesîhiyan re hebû, wan dikarîbû di karên dewletê de bixebitin. Heta wek profesor dersdariya Cihûyan a di zanîngehan de jî qedexe bû. Ev guherandina olê rê li ber derbasbûna nav çanda Ewrûpayê vedikir. Piştre li Lûneburg û Hamburgê jiya, di sala 1827’an de li Mûnîhê wek gerînendeyê giştî yê kovareke siyasî kar kir.  

Heine di sala 1831’ê de li Parîsê bi cih bû û jiyana xwe ya mayî li wir derbas kir. Tenê carekî wek mêvan vegeriya Elmanyayê. Li Parîsê jî karê rojnamegeriyê kir, ji bo dostaniya di navbera Elman û Fransiyan de kar kir. Bi nivîskarên navdar yên Fransî yên wek; Victor Hugo, Alexsander Dumas û Balzac re nasyar bû. Heine her wisa li Parîsê sosyalîstên ûtopîk nas kirin. Di sala 1835’an de bi biryara parlamentoya Elman nivîsarên wî li Elmanyayê hatin qedexekirin. 

Heine salên xwe yên dawiyê, bi nexweşînên giran ve di nav nivînan de bi êş û azar derbas kirin, di sibata sala 1856’an de li Parîsê koça dawî kir, li goristana Mont Martre hat veşartin.

Heinrich Heine xwe wek xwendkarekî Gothe bi nav dike. Di demên dawiyê de bi awayekî tund di bin bandora Marksîzmê de dimîne. Li aliyê din hind berhemên xwe di bin navê Dibistana Romansî de çap dike.


Ji romantizmê ber bi Marks ve

Heinrich Heine di tevahiya jiyana xwe de û di hemû berhemên xwe de babetên wek azadî, aşîtî û wekheviyê parastine, şoreşên dijberê stemkariyê jî hebanniye. Di heman demê de jî girîngiya estetîk û hunerî ya berhemên xwe jî piştguh nekiriye. Di serdema jiyana xwe de û li Elmanyayê jî yan pir hatiye pesindan an jî rexneyên dijwar lê hatine kirin. Gelek helbestên wî wek stran hatine gotin û berhemeke wî jî ji aliyê nijadperestan ve hatiye sotin. Li ser vê bûyerê gotina wî ya: “Li cihê ku pirtûk bên sotin, misoger e ku dê rojekê mirov jî bên sotin.” navdar e û di salên dûvre de mafdariya gotina wî ji aliyê tevahiya cîhanê ve hat dîtin.


Amelie û Loreley

Heine evîna dotmamê ya yek alî û bê hêvî bi xwe re heta gorê bir. Li dûv xwe gelek berhemên ku li ser zimanan bûyîn stran û her demê zindî ne hiştin, ku piraniya wan bi wê evîna yekalî ve dihên girêdan. Ji wan ya herî navdar û hestiyar jî destana Loreley e. 


YEKO ARDIL