ZULKUF KURT

Li Elmanyayê van demên dawî nûçe û şîrove hene ku krîza aborî ya Tirkiyeyê tesîrê li Elmanyayê bike. Wekî din şîrove hene ku dibêjin, dibe ku astên tesîrê elaqedarî kêmbûneke qismî a malên ji Elmanyayê tên kirrîn be. Lê ka gelo rastî çi ye?

Dema ku li ser malpera fermî ya Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê em li rewşê dinihêrin, em dibînin ku ev şîrove hemû jî rastiyê îfade nakin. Îxracata Tirkiyeyê ya ber bi Elmanyayê ve di şeş mehên pêşî yên sala 2018´an de 8 milyar û 231 milyon û 279 hezar dolarên Emerîkî ne; îtxalata ji Elmanyayê jî di heman demê de 11 milyar û 181 milyon û 604 hezar dolarên Emerîkî ye. Hecma bazirganiyê bi giştî 19 milyar û 412 milyon û 884 hezar dolarên Emerîkî ye û di asta xwe ya herî bilind a dîrokê de ye. Bêguman ê ku di vê bazarê de kar dike eşkere Elmanya ye. Di navbera 2005-2018´an de em dibînin ku Elmanyayê salane qederê 6 milyar û 625 milyon û 870 dolarên Emerîkî bi dest aniye. Ji ber wê yekê, hemû nûçeyên ku dibêjin, krîza Tirkiyeyê tesîrê li Elmanyayê dike û divê alîkarî bi Tirkiyeyê re bê kirin, hemû encama wê siyasetê ye ku ji bo zêdekirina karê Elmanyayê tê kirin.

Em bi kurtî berê xwe bidin malên ku Tirkiye ji Elmanyayê dikire jî. Trempêl û parçeyên wan, toza zêrê xam-nîv miamele pêre kirî, maşînên bi motor, derman, berhemên pîşesaziya kîmyayê, berhemên elektronîk û wekî din. Kêmbûna kirrîna van malana hemûyan wê îxracata girêdayî van jî kêm bike û esas, bidewrekê rabe ku krîzê dijwartir bike. Ji ber wê yekê wê neyê tercîhkirin ku kêmkirina îtxalata van malan bê kirin. Armanca Elmanyayê li vir ew e ku Erdoganî rizgar bike û di rewşekê de ku girêdayî wê be, wî bigire.

Faşîzma ku Erdogan ew bi sazûmanî kir, rejîma ku ew dixwaze ava bike ya yek zilamî, qerisandina qanûnan, mayîndekirina Rewşa Awarte û gelek pêkanînên din jî diyar e ku ne zêde xema Elmanyayê ne. Kurt û Kurmancî, ti elaqeya wê gotara ku îdîa dike, krîza li Tirkiyeyê wê bandorê li Elmanyayê bike, bi aboriyê re nîne.