Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) Yuksel Koç got tevî ku bi delîl û ispatan eşkere bû Mustafa Karataş him ajanê Tirkan e him jî ajanê dewleta Alman e, heta niha tu lêpirsîn derheqa wî de nehatiye vekirin û wiha peyivî: „Ev ne tesaduf e. Bileks têkiliyên kirêj ên dewleta Alman û Tirk radixe ber çavan.“   

Elmanya, ji aliyekî ve siyasetmedarên Kurd krîmînalîze dike û sembolên Kurdan qedexe dike, li aliyê din jî ji bo navbera xwe û rejîma Erdogan xweş bike, çi jê tê dike. Piştî ku ajanê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan ê ku ji bo sûîqesta li dijî Kurdan hatibû wezîfedarkirin hat berdan, dozgeriya federal pêr jî lêpirsîna li ser 19 wezîfedarên DÎTÎB’ê yên sîxurê MÎT’ê betal kiribû.



Deşîfre bûbû

Mîna dozgeriya federal, dozgeriya Hambûrgê jî xwedî li Mûstafa Karataş derket ku di dema karê ajantiyê de deşîfre bûbû. Karataş ku ANF’ê di Tîrmeha bihurî de qeyda dengê wê weşand, bi rengekî berfireh qalê dikir bê çawa agahî û belge li ser siyasetmedarên Kurd kom kiriye û radestî MÎT’ê dikir.


Weke delîl nehat dîtin

Yek ji kesên di qeyda deng de qala wê dihate kirin, Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr bû. Ozdemîr piştî eşkerebûna vê yekê, ev qedy radestî yekîneyen ewlekariyê yên Elman kiribû. Qeyda ku ji aliyê Daîreya Krîmînal a Eyaletê (LKA) ve hate lêkolîn, ji aliyê dozgeriya Hambûrgê ve weke delîl nehat dîtin.

Dozgeriyê îdîa kir ku deng bêyî daxwaza kesê navborî hatiye kirin, lewma nabe ku weke delîlekî ji ajantiyê re bê dîtin. Di vê qeyda deng a ji 18 deqeyan de bi awayekî zelal dihat fêhmkirin ku Karataş li dijî siyasetmedarên Kurd ji Rêxistina Paratina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye û ji MÎT’ê re xebitiye. Dadgeriya Elman bi vê biryara xwe re Karataş parast.


Hiqûq her ku die dilewite

Der barê vê yekê de Yuksel Koç ji rojnameya me re axivî. Koç da zanîn ku hiqûq her ku diçe bi hesabên siyasî ya dewletan dilewite û wiha axivî:“Gerek hiqûq pêşiya neheqiyan bigire. Tevî ku ewqas agahî û belge hene der barê vî zilamê ajan de hê ti lêpirsên lê nehatiye vekirin ev jî tê vê maneyê ku hiqûq êdî di destê siyasiyan de bûye alavek.“


Ji bo Kurdan krîmînalîze bike bi kar tîne

Her wiha Koç da zanîn ku ji niha û şûnde tiştek were serê siyasetvanên Kurdan berpirsyarê vê dewleta Elman e. 

Koç derbirî ku dewleta Elman bixwe jî dizane li Almanyayê 6 hezar ajanê Tirkan heye û ew agahî didin dewleta Tirk û wiha pê de çû:“ Dewleta Elman jî wan ajanan ji bo Kurdan krîmînalîze bike bi kar tîne. Jixwe me çendek berê li dijî neheqiyên li ser me ji dewleta Elman re gotibû „Êdî bes e.“ Em ê di vê çarçoveyê de politikayên kirêj ên dewleta Elman ji raya giştî re parve bikin. Em hêvî dikin mixalîfên Tirk û Elman jî li gel me cihên xwe bigirin.“ 


Karataş ê ajan kî bû?

Mûstafa Karataş ê ku demeke dirêj li Hambûrgê dijiya û ji Çorûmê ye, dema ku li dijî saziyên Kurdan karê ajantî dikir, kifş bûbû. Mûstafa Karataş piştî ku qeyda wî ya deng a hevdîtina bi rêveberekî MÎT’ê re derket holê kişf bû, tevî Parlamentera Partiya Çep Ozdemîr, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Parlamentera berê ya HDP’yî Sevahîr Bayindir û gelek kesên din hedef girtibû.

Di qeyda deng de dihat bihîstin ku Karataş soz daye ji bo girtina siyasetmedarên Kurd wê hemû agahî û belgeyan kom bike û qebûl kir ku di berdêla pereyan de ji polîsên Elman re jî xebitiye. Karataş her wiha digot, tevî Bedrettîn Kavak wî siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê tên darizandin daye girtin. 


NAVENDA NÛÇEYAN