Îsal Fûara Pirtûkan a Stenbolê 35’emîn car deriyên xwe dê roja 12’yê Mijdarê veke û heta 20’ê mehê bidome. Mêvana Rûmetê ya îsal akademîsyen Prof.Dr. Ioanna Kuzuradi ye. Wekî welat jî Mêvanê Rûmetê Elmanya ye. Festîval îsal li ser bingeha “Felsefe û mirov” tê li dar xistin û di vê çarçoveyê de dê gelek mêvan bên festîvalê.
Elmanya piştî ku wekî mêvanê rûmetê hat ragihandin di vî warî de dest bi xebatan kir. Di vê çarçoveyê de 29 weşanxaneyên Elman dê beşdarî fûarê bibin û nivîskarên Elman ên wekî Ilija Trojanow, Olga Grjasnowa, Silke Scheuermann, Peter Schneider, Judith Kuckart û Emine Sevgi Ozdamar jî bên fûarê. Her wiha Elmanya di fûarê de ji bo piştgiriya nivîskarên li Tirkiyeyê yên di zindanê de ye û yên li derve dê azadiya çapemenî û ramanê bide nîqaşkirin.
Wê piştgiriyê bide nivîskarên li zindanan
Berpirsê Projeyên Fûara Pirtûkan a Frankfurtê ya Navneteweyî Barbel Becker wiha axivî: “Em dixwazin piştgiriya xwe ji bo hempîşeyên xwe yên karê xwe di bin zor û zehmetiyê de dikin nîşan bidin.”
Becker diyar kir ku nivîskara Ozgur Gundemê Asli Erdogan ku niha girtiye di sala 2008’an de di nav heyeta Tirk a beşdarî Fûara Frankfurtê de bû ye. Her wiha Becker gotiye ku girtina weşanxaneyan jî wan dixe nava fikaran.
Elmanya di çarçoveya fûarên de rojên 12-15’ê Mijdarê bi sernavê “peyv diguherînin” di fûarê de cih bigire, amadehiyê beşdariyê ji aliyê Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê, Enstîtuya Goethe, Wezareta Karên Derve û Wezareta Maliyeyê ya Federal têne kirin.
FRANKFÛRT