Ev cara yekê ye ku Elmanyayê çar zarokên DAIŞ´iyên Elman hewandin. Delegasyonekê ev zarok li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de wergirtin. Dêûbavên hinan ji wan mirine, û ew dan xizmên wan. Çarenûsa DAIŞ´iyên mayî yên Elman û zarokên wan ên di heps û wargehên Rêveberiya Xweser de di destê biryarên dadgehên Elman de ye. Jixwe, ev her çar zarokên DAIŞ´iyan piştî ku xizmên wan doz li hikûmeta Elman vekir, û dadgehê biryar da ku hikûmet divê bi erka anîna zarokan rabe, hatin anîn.
BERLÎN