Li gorî nûçeya Reutersê, Elmanyayê perwerde kirina eskerên Iraqê û pêşmergeyan daye sekinandin.

Reutersê got, Wezareta Parastina Elmanyayê doh perwerdekirina eskerî ya pêşmerge û hêzên Iraqê daye rawestandin. Weke sedem jî hatiye gotin, Elmanyayê ji ber aloziya li herêmê niha perwerdekirina pêşmege û hêzên Iraqê daye sekinandin. Li Iraqê ji bo perwerde kirinê 160 eskerên Elmanyayê hene. Ji van sed esker li herêma Kurdistanê ne û 60 eskerên din jî li Bexdayê ne.

BERLÎN