Bi dîmenên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker belav kirî eşkere xuya dike ku ev çeteyên dijminê mirovahiyê, tankên Elmanyayê yên Leopard 2 di êrişa qirker a li dijî Rojavayê Kurdistanê bikaranîne. Di dîmen de bin nivîs dibêje, cihê dîmen lê hatiye girtin Bab el-Xêr e, û ev gund jî li Bakur Rojhilatê Serêkaniyê ye ku dewleta Tirk van çeteyên wê dagir kirine.

Bi vê jî eşkere dibe ku dagirkeriya qirker bêbextiyeke NATO´yê ye û Tirkiye di vî karê de ne bi tena serê xwe ye, lê bi tevahiya sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê û yên şer xwe disipêre NATO´yê.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Danîmarka nema çekan difiroşe Tirkî

   

Danîmarkayê biryar da ku êdî çek û cebilxaneyê nefiroşe Tirkiyeyê û dewleta Tirk hişyar kir ji bo xwe ji herêmên Kurdan vekişîne.

Lîsteya Yekîtiyê û Partiya Çep Sosyalîst ji bo ambargoya çekan a li dijî Tirkiyeyê pêşnûmeyek pêşkêş kiribûn. Pêşnûme li Parlamenta Danîmarkayê hate nirxandin û biryar hate wergirtin ku çek û cebilxane ji bo Tirkiyeyê neyên firotin.

Her wiha ji dewleta Tirk hate xwestin ku xwe ji herêmên Kurdan ên dagirkirî vekişîne.

Parlamentera Lîsteya Yekîtiyê û Berdevka Polîtîkaya Derve Eva Flyvholm ku pêşengî ji pêşnûmeyê re kir, got, hema bêje pêşnûme bi yekdengî hatiye pejirandin û ev yek ji bo wê serbilindî ye.

Hêjayî bi bîr xistinê ye, çend roj berê Yekîtiya Ewrûpayê 660 mîlyon euro da Tirkiyê û niha jî amadekarî dike 50 mîlyonê din bide. Ev jî her tim piştî gefxwarinên Erdogan pêk tê.

 

ANF/KOPENHAGEN