
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya li gel heyeta BDP û HDP’ê de diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê bi şêweyên rast bigihîje armanca xwe xebat dike. Heyeta BDP-HDP’ê derbarê hevdîtina di 11.01.2014’an de li Îmralî pêk anî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de peyama Ocalan pêşkêş kirî hat ragehandin. Ocalan bi taybetî bal kişand ser krîza dawî ya li Tirkiyê û wiha got: “Yên ku dixwazin car din welat bi agirekî darbeyê vegerînin qada agir, bila bizanin emê ji bo vî agirî benzînê ne hilgirîn. Her hewildanekî darbeyê weke heya niha, wê ji niha şûn de jî me li hemberî xwe bibînin.”
Dê hesab bê pirsîn
Ocalan derbarê komkujiya Parîsê de wiha got: “Di destpêkê de bi hêviyên sala nû bibe sala pêkhatina daxwazên gelê me yên demokrasî, azadî û aştiyê, sala wan a nû pîroz dikim. Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku navên sembola tekoşîna azadiyê ne bi rêzdarî û minet bi bîr tînim û bila bê zanîn ku wê bê guman hesaba vê komkujiyê ji kujeran were pirsîn. Ev komkujiya ku bi temamî pêvajo bi darbe kirinê hedef girtiye wê bersiva me a herî bi bandor, ji bo wê, li rexmê hemû astengiyan hemleya me a aşitiya mayînde û çareseriya demokratîk bi şêweyekî bi biryar bigehînine serkeftinê. Emê di kesayeta van hevalan de çareseriya demokrasî û aştiyê pêşkêşî hemû şehîdên xwe yên aştiyê bikîn."
Şer dojeh be aştî jî buhûştê
Ocalan wiha got: "Vê pêvajoya dîrokî me daye destpêkirin, xala ku em gihanê wiha ez dikarim bidim nasîn. Ger şer dojeh be, aştî buhişte. Me lingekî xwe ji dojehê derxist, lê ji bo em lingê xwe yê din ji dojehê derbixin, ji ber astengiyên derdixin holê em di navberê de mane. Ji bo pêvajoya aştiyê bi gehihîje armanca xwe rêbazên rast têne pêşxistin. Îradeya me a aştiyê li rexmê hemû astengiyan weke roja ku me daye destpê kirin hîna di biryarbûna xwe deye. Lê bila ev jî bê zanîn ku emê heya dawî di navberê de nemînîn. Ji bo ku demek nêz de em welat û herêma xwe ji van şert û mercên dojehê rizgar bikîn pêwiste hemû kes îradeyekî bihêz dane holê."
Du sed salin darbe hene
Ocalan diyarkir ku pêşketinên dawî çêdibin nîşan dike ku eger gav neyên avêtin û demokrasî pêş nekeve, hêzên li derve û li hindir yên ku dijminê demokrasiyê ne wê lez bidin komployên xwe. Di vê mijarê de jî Ocalan wiha got: "Ev xakane ji dused salên dawî ve hemû demê bi agirê darbeyan hatine şewitandin. Pêvajoya ku me pêş xistiye li dijî darbeyê ye. Û civakekî demokratîk armanc dike. Ez dixwazim du rêbazên ku hemû kesên di nava pêvajo û derveyî pêvajoyê de ne bizanin eşkere bikim: Yên ku cardin dixwazin welat bi agirê darbeyekê gerînin cihê agir, bila bizanin emê ji bo vî agirî benzînê ne hilgirin. Her hewildanekî darbeyê weke heya niha wê ji niha şûn de jî me li hemberî xwe bibîne. Lê bila yên ku bê daxwaz û ne ji dil nêzî pêvajoya çareseriyê dibin jî bila bizanin tenê rêka yekane a vemirandina vî agirî pêşxistina aşitiyekî bi demokrasiyê ye."
Pêvajo cidîyet dixwaze
Rêberê gelê Kurd Abudllah Ocalan anî ziman êdî pêvajo di rewşekî wisa de ye ku nikare necidiyetê û bê huquqiya zagonî rabike û got, riya herî bi wêrek a şermezar û teşhîs kirina darbekarî, danîna holê a bernameyekî bê tirsnak a çereseriyê ye. Hemû rêkûpêkiyên zagonî û hiquqî yên ku heya niha bi şêweyên cuda dihatine paşde xistin, di rastiyê de îro tam roja wê ye. Dîrok wê yên ku vana paş da bixin wê tesfiye bibin."
Bo Ermeniyan name
Ocalan anî ziman ku dema bi awayekî zû derbasî demokrasî bû, wê têgeha darbê bi awayekî mayînde derbas bibe û wiha dawî li axaftinên xwe anî: Banga min li hemû hêzên demokrasî ewe ku bi vê cidiyet û famkirinê tevbigerin û ji bo peywistiyên wê pêk werin dawetî seferberiyê dikim. Dema ez axaftinên xwe bi dawî dikim bîranîn û tekoşîna zarokên gelê Ermenî birayê me Hrant slav dikim. Bi awayekî berfireh ezê ji bo hemwelatiyên me yên Ermeni bang bikim û ez bawerim ku ezê bigihînim salvegera qetil kirina Hrant."
ENQERE