vBerdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif diyar kir, danûstendineke cidî di navbera wan û rejîma Sûriyeyê de nîne û got: “Divê destûra Sûriyê ji aliyê nûnerên hemû gelê Sûriyê ve were amadekirin.”

Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif têkildarî qewimînên dawî ên li Bakurê Sûriyeyê civîna çapemeniyê li Qamişlo çêkir. Di civîna çapemeniyê de daxuyaniya TEV-DEM’ê bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ji danûstendinan re amade ne lê heta niha di vî warî de rejîma Sûriyeyê tu gavên cidî  neavêtine. Kemal Akif di daaxuyaniyê de diyar kir ku ew dixwazin destûra Sûriyeyê ji aliyê hemû gelê Sûriyê ve were amadekirin û wiha pê de çû:”Divê destûr demokratîk be û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê tê de hebin. Beşdarbûna Bakurê Sûriyê di amadekariya destûrê de mafekî rewa ye.”

QAMIŞLO