
Kurdan timî aştî xwest
Uçer anî ziman ku Ocalan di peyama xwe ya Newroza 2013’an de got bila çek bêdeng bin, siyaseta demokratîk bikeve dewreyê û wiha axivî: “Destpêkirina muzakereyên aştiyê û li ser esasê demokrasiyê çareserkirina pirsgirêkan, bicihanîna daxwazên gelê kurd yên demokratîk û demokratîkbûyîna dewletê pêşkeşkirina paradîgmayê bû.”
Pêvajo yek alî nameşe
Uçer destnîşan kir ku deklarasyona Ocalan bandoreke mezin li hemû kesî kiriye û ev wekî destpêkekî bû û wiha got: “Gerîla Rêbertiya xwe esas girt, çek bêdeng bûn û paşvekişiyan. Gelê Kurd ji bo aştiyê samimiyeta xwe nîşan dan. Bendewariya civakê ew bû ku dewlet gav biavêje, lê helweste mijûlkirinê nîşan da. Ev yek jî nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê çawa polîtîk nêzî çareseriya aştiyane û demokratîk dibe. Uçer diyar kir ku bi fedakariya yek alî pêvajo tê meşandin, balkişand ser kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ û wiha got: “Ji aliyê insiyatîfên sivîl ve platforma ‘Ji Ocalan re Azadî’ hat avakirin. Derdorên cuda piştgirî dan vê kampanyayê. Çima lîderekî siyasî ku têkoşîna gelekî temsîl dike, çima dîl tê girtin? Çima girtî ye? Divê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku îradeya gelekî ye, bêyî şert serbest bê berdan.”
Ji bo aramiyê pêwîst e
Ozdal Uçer anî ziman ku divê Ocalan û 10 hezar girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan û wiha pê de çû: “Eger ji bo aştiyê samîmî bin, em wekî KCD bang li hemû rayedarên dewletê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin. Emê di her platformê de azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bixwazin. Ji bo aramiya Rojhilata Navîn em ji birêz Ocalan re azadî dixwazin.”
Guhertina qanûnî şert e
Uçer balkişand ser pêvajoya diyalogê û diyar kir ku divê teqez hevdîtin li ser esasê hiqûqî bê meşandin û wiha got: “Ger bingeheke hiqûqî nebe, tu tiştek di jiyana civakî de nabe bersiv. Ger ji bo diyaloga li Îmraliyê tê meşandin qanûn neyê derxistin, dê tenê di asta hevdîtinan de bimîne. Divê hevdîtinên bi nûnerê Kurdan birêz Ocalan re tên meşandin fermî bin.”
DÎHA/AMED