Li bajarên Elmanyayê Berlîn, Dortmûnd, Darmstadtê û Hannoverê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Dortmûndê bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad li pêşiya gara trênê ya navendî mîtînga “Rêber Apo Azad Bike” hate lidarxistin.
Ji ber ku polîsên Elman destûr nedan meşê, Kurdistaniyan ev helwêsta polîsan qebûl nekir û li pêşiya Gara Trênê ya Navendî Dortmûndê (HBF) mîtîng li dar xist. Di mîtîngê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin gotin. Di çalakiyê de li ser navê KCDK-E’yê Yuksel Koç, nûnerên Ciwanên Azad û nûnerên TAJÊ axivîn û tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin.
Li bajarê Darmstadtê jî bi heman mebestê meşek hate lidarxistin. Beriya meşê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Merdan Kaçmaz axivî û got, “Divê Dewleta Tirk a ku Ocalan tecrîd dike, baş zanibe ku em ê li her derê û li her cihî ji bo Rêber Apo têbikoşin.”
Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û sloganên “Erdoganê dîktator”, “An azadî an azadî” û “Bijî Serok Apo” gotin. Ciwanan di meşê de belavok li ser tecrîdkirina Ocalan belav kirin.
Ciwan li ser piyan bûn
Li bajarê Hannoverê bi pêşengiya ciwanan li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakî hate lidarxistin. Çalakiyê bi dirûşma ‘’Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statû’ dest pê kir. Hevserokê NAVDEM’ê Tahir Koçer di çalakiyê de axivî, got, êdî sebra gel ji bo rewşa ku Ocalan tê de ye nemaye û wiha peyivî: “Gel êdî azadiya Ocalan dixwaze. Di vê mijarê de kêr gihaye hestî’’. Koçer bang li hemû derdoran kir ku ji bo Ocalan rabin ser piyan.
Ji Buntehausê Julîan Dirêj jî diyar kir ku bi pêşengiya ciwanan çalakiyên ku li Ewrûpayê werin kirin girîng in û ji bo azadiya Ocalan divê çalakiyê dewam bikin.
Li paytexta Elmanya Berlînê jî bi heman mebestê bi pêşengiya Ciwanên Azad meşek hat lidarxistin. Di meşê de bi dehan jin û ciwan amade bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN