Bijîşk Serhed Sonmez ji Bernameya Kurdî ya radyoya dewletê ya Elman WDR’ê re peyivî û li ser nexweşiya ji ber virusa koronayê agahdarî dan. Wî got, ji sed kesên bi virusê dikevin 80 kes yan xwe nexweş nahesibînin yan jî sîmptomên, nîşanên nexweşiyê sivik in, û ew nexweşiyê wisa derbas dikin. Ew behsa Profesorê Vîrolojî yê navdar Christian Drosten dike û dibêje bi ya wî rêjeya kesên bê nîşanên nexweşiyê yan jî bi sîmptomên sivik nexweşiyê derbas dikin, ji sedî nodî zêdetir e.

Bijîşk Serhed Sonmez ji bo kesên nexweşiyê giran derbas dikin, dibêje, sê sîmptomên esasî hene: Kuxikeke ziwa ya demdirêj û domdar; germahiya laş a zêde; ji bo pîvanê thermometre lazim e. Zehmetiya bêhnstendin; bêhn ji nişkê ve diçike; ev rewş rewşeke giran e û divê mirov berê xwe di cih de bide bijîşkekî yan jî nexweşxaneyekê.

Serhed Sonmez, kesên nexweşiyên bi nîşanên sivik derbas dikin jî hişyar dike: “Heger nîşanên nexweşiyê bi we re hebin û gumana we heye hûn bi Covid-19’ê ketibin, li malê bimînin, doktorê xwe yê malê yan jî berpirsê tenduristiyê agahdar bikin û li gorî pêşniyazên wan gavên xwe biavêjin. Biryara tesê ew didin. Ji kerema xwe tenê gava bêhna ve diçike biçin nexweşxaneyê, wekî din xizmetên tenduristî ji bo kesên di rewşeke giran de ne, dixitimin.

Kesên bi vê vîrûsê ketine û tehlûkeya wan a heyatî tine ye, nabe ku bi temamî vegerin jiyana xwe ya civakî: Hem ji ber berpirsyariya civakî hem jî ji ber sedemên tibî, ku hê vaksîn û dermankirineke rasterast tine ye, divê em baldar bin û vê vîrûsê belav nekin.”

 

KOLN