Wekîl û xelkê bi hev re li Amed û Mêrdînê peyameke xurt a biryardariya dewamkirina têkoşînê heta bi vekişandina qeyûman da. Çalakgeran li Mêrdînê hemû astengkirinên polîsan jî bi helwêsta xwe ya biryardar pûç kir.
Berxwedana li Amed, Mêrdîn û Wanê li dijî dagirkirina şaredariyan dewam dike. Li Amedê jinan bi meşekê piştgirî da çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm ku di roja 12’an de doh dewam kir. Welatî di roja 12’an de li Kolana Lîseyê li hev civiyan û dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiyê bi dûrişmeya “Amed a me ye, Şaredarî ya me ye” dest pê kir. Polîsan bi bendan dor li devera çalakiyê girt.
Li gel gelek welatiyan, parlamenterê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ê Stenbolê û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier, Mûsa Farisogûllari, Saliha Aydenîz, Remziye Tosûn, Garo Paylan, Erdal Aydemîr, Dersîm Dag, Feleknas Ûca, hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç tevlî çalakiyê bûn.
Jinan xeta mor nîşan da
Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê, li ber deriyê Lîseya Ziya Gokalp kom bûn û ber bi meydana çalakiyê meşek li dar xist. Li gel hemû astengiyên polîsan jî jin heta Kolana Lîseyê ya çalakî lê tê lidarxistin, meşiyan. Jinan di meşê de pankarta li serê nivîsandî “Hevserokatî xeta me ya mor e” hilgirt û timî dûrişmeya “ Em bêdeng nabin, na tirsin û îtaet nakin” got.
Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli yê ku dewleta Tirk bi qeyûm erka wî dagir kir, tevlî çalakiya rûniştinê bû. Mizrakli dema ku hat cihê çalakiyê, çalakgeran jê re li çepkan da. Mizrakli yeko yeko destê xwe da çalakgeran hemûyan.
Mekanê çalakiyê gel diyar dike
Li Mêrdînê çalakiya li Parka Karayollari jî di roja 12´an de doh dewam kir. Wekîlên HDP’ê, rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê yên ku ji Êlihê û Sêrtê hatin, dagirkeriya bi qeyûm a şaredariyên Kurdistanê şermezar kir.
Polîsan nehişt ku koma çalakger biçe cihê her roj lê çalakî dihat kirin. Polîsan bi mertalên xwe peyarê dagir kir. Çalakgeran jî li dijî vê li cihê ku lê bûn, dest bi çalakiya rûniştinê kir. Li ser vê polîs ji cihê wan dagir kiribû, vekişiyan.
Polîsan nehiştin ku Dayikên Aştiyê û kedkarên cameweriyê yên jî biçin cihê çalakiyê. Li ser vê ev kom jî di cihê xwe de rûnişt. Piştî ku meydan berfireh bû polîs vekişiyan, çalakiyê jî li cihê her roj dewam kir. Çalakgeran hem lîrand û stran gotin.
Kesek nikare vîna me dagir bike
Wekîla Şirnexê ya HDP’ê Nûran Imîr li vir got, ‘’Vîna gel, pergala me ya hevseroktiyê xeta me ya xemrî ye. Kesek nikare vîna me desteser bike. Nikare têkoşîna me bi paş ve bibe.’’ Wê paşê gotina xwe wiha bire serî, heta ku qeyûm bi paş ve nekişin têkoşîn wê bidome.
Dayika Aştiyê Halîme Kaya jî li vir axivî û got, ‘’Em qeyûm qebûl nakin. Çima ji bo 4 mehan hilbijartin kirin? Bila diziya xwe, bertîlên xwe bidomandana. ‘’
Piştî daxuyaniyan çalakger heta bi avahiya bajêr a HDP’ê meşiyan.
AMED/MÊRDÎN