SERKAN DEMÎREL / CENEVRE
Ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê, gelek parlamenterên Swîsreyê daxuyanî da û bang li saziyên navneteweyî kir da ku ji bo daxwazên çalakgeran hewl bidin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven û girtiyan grevên birçîbûnê dabûn destpêkirin. Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê gelek parlementerên Swîsreyî daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê.
Çalakger Mehmet Alî Koçak ê ku ev 43 roj in di greva birçîbûnê de ye, Parlamenterên Parlamena Neteweyî ya Partiya Sosyalîst Carlo Sommaruga, parlamenterê Partiya Sosyalîst ê Kantona Cenevreyê Caroline Marti, li ser navê Solidariteyê Jean Burgermeister û li ser navê Partiya Keskan Jean Rassiaud beşdarî daxuyaniyê bûn.
Parlementeran diyar kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan hem li Parlamena Kantona Cenevreyê û hem jî li Parlamena Federal a Cenevreyê ew ê pêşniyazan bikin.
Rola xwe bi cih bîne!
Parlamenterê Solidariteyê Jean Burgermeister, bal kişand ser grevên birçîbûnê û bêdengiya Swîsreyê û ya hêzên navneteweyî rexne kir. Burgermeister diyar kir ku di demên pêş de wê tevî parlementerên Partiya Çep û Partiya Keskan pêşniyaznameyekê bidin Parlamena Kantona Cenevreyê.
Burgermeîster diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin û divê Cenevre bêdeng nemîne: “Bi bikaranîna hemû derfetan, divê girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê serbest werin berdan.”
Parlamenterê Meclîsa Neteweyî ya Swîsreyê, Carlo Sommaruga diyar kir ku Erdogan îro qels e û got, “Kurd di serî de li ser hemû beşan zexteke mezin heye, li hemberî van zextan divê em bêdeng nemînin. Konseya Federal a Swîsreyê divê ji bo serbestberdana girtiyên siyasî têkeve nav hewldanan. Divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.”
Daxwazên grevvanan qebûl bikin
Parlamenterê Kantona Cenevreyê yê Partiya Keskan, Jean Rassiaûud jî got, “Divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û divê civaka navneteweyî hewl bide. Di serî de gelê Kurd, divê mafê hindikahiyan were parastin.”
Parlamentera Kantona Cenevreyê yê Partiya Sosyalîst, Caroline Marti jî got, “Nabe ku em li hemberî zextên Tirkiyeyê yên li ser mafên mirovan bêdeng bimînin. Ji bo qebûlkirina daxwazên çalakgeran divê hevgirtina di warê navneteweyî de were xurtkirin.”