
FÎLÎZ ZEYREK / JINNEWS / EDENE
Cil û bergên Kurdî ji ber reng û xemlên xwe yên kurdewar her tim bûne hedefa dewletên dagirker. Ji van dagirkeran dewleta Tirk û Îranê heta ji bo qedexekirina wan cilan qanûn derxistine.
Kurdên li Çukorovayê jî tevî ku li xeribiyê ne, ti car ji cil û bergên Kurdî dûr neketine, heta mirov dikare bêje zêdetir hewl dane vê çanda qedîm li xeribiyê biparêzin û bi serbilindî cil û bergên Kurdî li xwe bikin. Tevî ku dewleta Tirk cil û bergên Kurdî di demên dawî de wekî “propagandaya rêxistinê“ bi nav kir û firotina van qedexe kir jî jinên Kurd ên li Çukurovayê bi cil û bergên xwe di dawetan de govendê digerînin.
Bala oryantalîst û mîsyoneran jî kişandibû
CIl û bergên Kurdî berê jî bala oryantalîst û mîsyonerên Ewrûpî kişandibû, jixwe gelek ji wan di pirtûkên xwe de behsa vê yekê kiribûn. Dewleta Tirk jî cil û bergên Kurdî bi îmaja nîşana gunditî û nêzantiyê ye, li nav xelkê, bi rêya medya û perwerdeyê belav kir. Ev hewldana dewleta Tirk parçeyek ji polîtîkaya asîmîlasyonê bû ku dixwest çanda Kurdan tine bike.
Li nav Kurdan jin kiras û sermil, mêr jî şal û şapik li xwe dikin. Nav û modelên cil û bergan li gorî herêman diguhere lê wek cil û bergên neteweyî tên qebûlkirin.
Kesên dest ji çanda xwe bernedane
Di 2015’an de di 10’emîn xala ‘Pakêta Ewlehiyê de’ şal û şepik wek ‘unîforma’ hatiye qebûlkirin û di rewşa ku bê lixwekirin de ceza ji 6 mehan dihat destpêkirin. Lê şal û şepik jî, kiras jî di hemû dawetan de tê lixwekirin.
Jinên Kurd ên salên 90’î ji ber zilma dewletê koçî bajarên Tirkiyeyê bûne rexmî her tiştî dest ji çanda xwe bernadin. Jinên Kurd bi taybet di Newrozan de di dawet, nîşan û rojên taybet de kirasên xwe yên bi heybet li xwe dikin.
Jin xwedî li cil û bergên xwe derdikevin
Piştî îlankirina OHAL’ê cil û berg wek ‘propagandaya rêxistinê’ hatin hesibandin û ji ber vê sedemê derbarê gelek jinan de doz hatiye vekirin. Lê tevlî her tiştî jin xwedî lê derdikevin. Bi taybet jinên Kurd ên li bajarên Çukurovayê dijîn tevlî hewldanên asîmîlasyon û modernîzmê cilên xwe li xwe dikin û tevlî dawetan dibin.