Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewrûpayê (HDK Ewrûpa) têkildarî nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya li Amedê, daxuyaniyeke piştgiriyê weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Welatekî bînin ber çavên xwe ku di du salên dawîn de gund û bajar hatine şewitandin û rûxandin, jin û zarok û kal û pîr hatine qetilkirin, ji ber qedexeya derketina derve cenaze li kuçe û kolanan mane, li bodrûman mirov bi saxî hatine şewitandin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan Hîtler ji xwe re kiriye model û bal hat kişandinî ser Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê: “Em koçberên ji Tirkiye û Kurdistanê û sirgûnên polîtîk dibêjin, daxwazên HDP’ê di heman demê de daxwazên me ne jî! Berxwedana gelê Kurd a bi rûmet, di heman demê de berxwedana me ye jî!Em bangî Tirkiyeyî û Kurdistaniyan dikin ku li dijî Erdogan û AKP’ê li ber xwe bidin û Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê li bajarên Ewrûpayê belav bikin û li dijî dîktatoriya Erdogan/AKP’ê em piştgiriya gelên xwe bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN