Mehbaş: Niha di destên me de bi hezaran DAIŞ’î hene. Ji bo dadgehkirina van em ji gelek derdoran li benda piştevaniyê ne. Ji bo edalet pêk bê, divê zûzûka dadgeh were avakirin. Fransayê diyar kir ku ji bo avakirina dadgehê, xebatên wê dewam dikin.
NAZIM DAŞTAN / MA / EYN ÎSA
Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîd Hemîd Mehbaş ê ku di nava heyeta bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kirî de cih girt, diyar kir ku wan bi Macron re li ser fikreke yekîtiyê li hev kiriye.
Heyeteke ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beriya çendekê, bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re li Parîsê hevdîtin kir. Di hevdîtinê de mijarên wek siyaset û dîplomasiya li herêmê û gelek mijarên din hatin minaqeşekirin. Hin rayedarên Fransayê jî li gel Macron di civînê de bûn. Ji Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî 6 nûner ango navên girîng cihê xwe di civînê de girtin.
Yek ji van jî Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ebîd Hemîd Mehbaş bû. Mehbaş li ser hevdîtinê bi me re peyivî.
Mehbaş da zanîn ku hevdîtin li ser vexwendina Fransayê pêk hatiye û di hevdîtinê de siberaoja rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amadekariyên xebatên destûra avaker a nû, avakirina dadgeha navneteweyî ji bo dadgehkirina DAIŞ’iyan û rewşa Fransayê elaqedarî herêmê û gelek mijarên din nîqaş kirine. Mehbaş da zanîn ku di dawiya civînê de wan di gelek mijaran de li ser yekbûna fikrekê, li hev kiriye.
Fransa wê destekkirina QSD´ê dewam bike
Mehbaş derbarê hevdîtinê de got “Rewşa herêmê û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê mijarên serekê bûn. QSD’ê di vî warî de gelekî li ber xwe da û têkoşiya. Ev têkoşîn û serketina pişt re, tenê ne serketina herêmê, wek serketina hemû dinyayê hat îlankirin. Serokkomarê Fransayê, eşkere kir ku ew ê destekê bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Wî diyar kir ku heta DAIŞ bi temamî biqede, ew ê destekê bidin hêzên QSD’ê.”
Mehbaş wekî din ji bo avakirina ji nû ve ya herêmê jî behda fikrên Fransa û Macronî kir, û got, Macron gotiye, wê li ser vê mijarê jî alîkariya Fransayê dewam bike.
Mehbaş bi bîr xist ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de gelek zirar li binesaziya gelek navendên hêrêmê bûye û gelek ji wan hatine rûxandin û got, “Ji bo ev der ji nû ve bên avakirin û herêm bigîhîje îstîqrara xwe, alîkariyên aborî wê dewam bikin. Di serê van bajaran de Reqa, Dêra Zor û bajarên din tên. Şerê li dijî terorê li holê ye. Her wiha gotin, ji bo welatiyên li kampan, çi ji destê wan bê, ew ê bikin.”
Fransa dimîne
Mehbaş destnîşan kir ku yek ji mijara hevdîtinê jî gefên Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, ne û got, “Em li ser parastina sînorên herêma me û Tirkiyeyê, hemfikir bûn. Herêma me niha bi gefên Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Ew jî hay ji vê hene. Ew jî li ser vê mijarê bi me re hemfikir in. Ew jî dixwazin ji bo parastina gelan tişta bikeve ser milê wan, ew bikin û pêdiviyên wê bînin cih. Hêzên Fransayê, wê hîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimînin.”
Divê Rojava cihê xwe têde bigire
Ebîd Hemîd Mehbaş diyar kir ku bi taybetî ew li ser destûra avaker ji aliyê Rûsyayê û hêzên din ve ketiye rojevê bi berfirehî axivîne û got, “Birêz Macron got, ‘Divê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di amadekariyên xebatên destûra avaker de cih bigirin.’ Ji bo vê yekê hewldanên wan hene. Ji bo ku em di vê xebatê de cih bigirin, me komîtiyek ji parêzeran ava kir. Di vî warî de xebat û plansaziyên me hene û em amade ne. Çend kes di komîteyê de wê cih bigirin û çawa bixebitin jî diyar bûye. Di komîteyê de tenê ne Kurd, Ereb, Suryanî, Ermen û Tirkmen jî hene. Divê gelên herêmê beşdarî pêvajoya destûra avaker bibin. Her wiha ji bo amadekirina destûra avaker jî komîteyên li derve hatine amadekirin, wê di çavdêriya hêzên koalîsyonê de bin. Divê gelên Sûriyeyê hemû bi hev re di vê yekê de cih bigirin.”
Ji bo dadgehkirina DAIŞ´iyan amade ye
Mehbaş da zanîn ku yek ji mijarên civînê yên girîng jî dadgehkirina DAIŞ’iyan e û got, “Ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî jî nîqaşên me çêbûn. Me diyar kir ku bi taybetî DAIŞ’î ji kîjan welatî hatibin, divê ew welat destekê bidin pêvajoya dadgehkirinê. Niha di destên me de bi hezaran DAIŞ’î hene. Ji bo dadgehkirina van em ji gelek derdoran li benda piştevaniyê ne. Ji bo edalet pêk bê, divê zûzûka dadgeh were avakirin. Ev rewş yek ji xala sereke ya civîna me bû. Fransa bi awayekî germ li vê meseleyê mêze kir û li pêşiya her kesî tê. Wan diyar kir ku ji bo avakirina dadgehê, xebatên wan dewam dikin.”