Şaredariya Binarê Qendîlê bang li Kurdên çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt kir ku destekê bidin kampanyayê, ji ber ku zirar û ziyana bûyî ji nû ve avakirina gundên Binarê Qendîlê ferz dike.
MAWA TOLHİIAN / ROJNEWS/MÎRKAN RANYA
Ji ber lehiya 26’ê Cotmehê li gundwarên Binarê Qendîlê gelek xanî xera bûn û xisara xelkê wir jî pirr bû. Li ser vê yekê Hevşaredarê Binarê Qendîlê, Mihemed Hesen banga alikariyê kir û got, ji bo ji nû ve avakirinê pêwîstî bi alikariyê heye.
Mihemed Hesen îşaret bi xisara çêbûyî kir û got, “26’ê meha bihurî, di encama lehî û baraneke zêde de bi giştî ji 5 deverên Binarê Qendîlê li 3 deveran zirarên mezin çêbûn. Bûyerên bi vî rengî li her dera cihanê hene. Ji ber sedema zehmetiyên av û hewaya xwe, pirr caran bi bûyerên bi vî rengî li vê herêmê çêdibin. Lê bûyera vê carê pirr cûdatir e. Li gorî gotinên kesên şarezayên hewanasiyê ne, di sedsala bihurî de lehiyek bi vî rengî li vê navçê çênebûye. Di her sê herêmên Navdeşt, Sûredê û Balayan vê bûyerê bandora zêde kiriye. Her yek ji gundê Qirnaqaw, Pirmemke, Berawa, Biredê di dola Sûredê de ne. Her wiha di Navdeştê de jî gundê Enzê, Lewja, Bokrîskan, Zergelê, Pirdaşal, Gocar û Birgirke hene. Di heman demê de hemû gundên dola Balayan zirarên pirr mezin dîtine.”
15 pir xirabûne
Hesen da zanîn ku bi giştî li Binarê Qendîl niha 15 pir xirabûne û wiha peyivî: “Her wiha zirarên mezin li projeyên avê bûne û ava 15 gundan qut bûye. Ceyrana her sê dolan bi giştî qût bûye. Cokên avdaniyê yên ku baxçe û rezên gundan pê tên avdan, bi temamî xira bûne. Her wiha 3 nexweşxaneyên gel, 3 mizgeft, 2 dibistan bi temamî xira bûne. Ji ber xirabûna dibistanan, ev demeke proseya xwendinê bi giştî li Binarê Qendîlê hatiye sekinandin. Di heman demê de zirar û ziyanên ku gihîştine gel jî gelek in, ku bi dehan donim baxçe û rezên gundiyan wêran bûne. 15 mal bi temamî xirabûne. Nêzî 30 malî bi sedema ku lehî ketiye nava wan, bi temamî xira bûne. Bi dehan sewal, kewarên mêşên hingiv û milk û erebeyên gundiyan li ber lehiyê çûne.”
Ya girîng avakirin e
Hesen got, piştî sê rojan ji nû ve tîmên girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine cihê lehiyê û wiha axivî: “Weke şaredariya Binarê Qendîlê di destpêkê de me tîmên xwe yên kar xistin dewrê. Di destpêkê de hewildanên me ew bûn ku rêyên sereke werin vekirin, ji bo ku em xwe bigîhîn hemû cihên ku bûyer çêbûne. Em di vê karê xwe de serketî bûn. Me di 24 saetên destpêkê de hemû rêyên sereke vekirin. Çend bûyerên wek asêmayîna malbat û hinek erebeyan hebûn, piştê 3 rojên destpêkê me ew jî çareser kirin. Bi sedema zerarên zêde, me bangawzî kir, ji bo aliyên peywendîdar ji bo ku ji me re alîkar bibin. Ji bo ku bikarin torên xizmetguzariyê çêkin. Cihê kêfxweşiyê ye, ev heta astekî erênî bûye. Piştî 3 rojên bûyerê, hikûmeta Herêma Kurdistnê jî hat ser xetê. Bi şandina çend tîman niha li çend ciyan bi me re ji bo vekirina riyan alîkar in. Lê, belê ji alîkariyê zêdetir ya girîng avakirin e. Ji ber ku zirar û bûyer pirr mezin e.”
Tu jî bibe alîkar
Hesen, derbarê kampanyaya “Ji bo ji nû ve avakirina Binarê Qendîlê tu jî bibe alîkar” de ev agahî dan: “Piştî hefteyekê niha rewş asayî bûye. Lê belê ji ber zirarên zêde, me wek şaredariya Binarê Qendîlê û Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê kampanyayeke ji bo alîkarî û ji nû ve avakirina Binarê Qendîlê daye destpêkirin. Banga me li bo gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê û saziyên civakî û kesayetan e ku ji bo avakirina Binarê Qendîlê bibin alîkar. Ji ber ku alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê planeke demkî ye. Ji bo çareserkirina destpêkê ye û planeke demdirêj nîne. Lewma me ev kampanya ragihand.”
Banga alîkariyê
Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen ji bo ji nû ve avakirina Binarê Qendîlê ev bang kir; “Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê û yên derveyî welat dikin ku ji bo ji nûve avakirina Qendîlê bi me re bibin alîkar. Ji ber ku tiştekî ku welatiyên Binarê Qendîlê niha pê debara xwe bikin, nemaye.”