Di encama êrişên dewleta tirk de Hevsekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef şehîd bûbû. Dengbêj Meryemê li ser Hevrînê kilam çêkir û got, ew ê  komkujî û xiyaneta li Rojava hat kirin, bi klamên xwe nedin jibîrkirin.

Dengbêj Meryem li ser qetilkirina Hevrînê û zarokên Rojava ku şehîd bûne vê kilama xwe dibêje. Meryemê diyar dike ku xiyanete li dijî Gelê Kurd li Rojava pêk tê ew ê tu caran nedin jibîrkirin û ew êdî naxwazin li ser êş û komkujiyan kilaman bibêjin.

Dengbêj Meryemê di dawiyê de li ser şehîdkirina Hevrîn Xelef dibêje, ew ê bi kilaman Hevrînê zindî bike: “Hevrîn Xelef jineke şoreşger û fedakar bû. Ji bo jiyaneke hevpar têdikoşiya. Bi pêşengiya Hevrînan hê jî ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û hevpar tekoşîn heye. Em şopdarên Hevrînê û kesên mîna wê ne û em ê heta dawiyê li pey têkoşîna wan bin. Ez wekî dengbêjek naxwazim ku zilm û zordestiyê ji bîr bikim. Ez bang li hemû hûnermendan dikim ku li dijî vî şerî bê bertek nemînin.”

Beşek ji vê kilamê li jêr e:

“Wele dibêm hoy Hevrînê hoy Hevrînê,

Wele tu kulîlka jînê,

Wele mala neyaran xira be, çawa hevala Hevrînê hêla di nav gola xwînê,

Wele korê ez ê, ez nemayê,

Wele tu Hevrin î, tu şirînî wele temamê Suriyeyê li xwe civandê,

Wele dengê hevala Hevrîn êdî nayê, wele keda hevala Hevrînê nivî maye hey Hevrînê,

Wele sond xwar sonda Kurdan ax wele tu buyî şehîda Kurdistanê.”

 

JINNEWS/WAN