Qirkirin didome
KCK bibîrxist ku zimanê Kurdî û Çanda Kurd yek ji hucreyên bingehîn ên mirovahiyê ne û her êrîşa li hemberî çand û zimanê Kurd, êrîşa li dijî çanda tevahiya mirovahiyê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku her qirkirina çandî ya li hemberî çand û zimanê Kurdî, qirkirineke çandî ya li dijî tevahiya mirovahiyê ye. Daxuyanî wiha didome: “Di destpêka sedsala 20’an de di serî de Tirkiye hemû welatên herêmê, ji bo qirkirina çandî û fîzîkî li dijî Kurdan bikin, sîstemek mezin a zext û zordariyê ava kirin. Hêzên navneteweyî jî piştgirî dan vê qirkirina li hemberî çanda bingehîn a mirovahiyê. Di serî de Ewropa û DYA hemû hêzên derve destek dan vî sûcê mirovahiyê yê li dijî Kurdan hat kirin. Bêguman Kurdan bi têkoşîna xwe re, ji gelek aliyan ve ve qirkirina çandî pûç kirine. Lê belê gefa qirkirina çandî dewam dike. Sîstema qirkirina çandî ya li Tirkiyeyê hînê ji vê armanca xwe venegeriyaye. Qedexeya perwerdeya zimanê dayikê nîşan dide ku israra di qirkirina çandê de dewam dike. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de neavêtina gavan jî encama israra vê qirkirina çandî ye.”
Parastina pir alî
KCK bibîr dixe ku ji bo israra dewleta Tirk a di neçareseriya pirsgirêka Kurd de were şikandin, divê têkoşîn û berxwedana li dijî qirkirina çandî were xurtkirin. Daxuyanî wiha didome: “Eger zîhniyetê mêtînger ê qirkirina çandî dixwaze bi asîmîlasyon û qirkirina çandî re berxwedana Kurdan bişkîne, divê em jî bi xwedîderketina li ziman û çanda xwe re êrîşên sîstema qirkirina çandî, bişkînin. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên di kesayetiya çand û zimanê Kurdî de êrîşî çanda bingehîn a mirovahiyê dike, divê em bi zêdekirina hişyarî û hestiyariya xwe ya der barê ziman û çandê de, bersivê bidin. Em li her deverê bi Kurdî biaxivin. Axaftina bi Kurdî di jiyana civakî, siyasî û aborî de serdest bikin. Di serî de muzîk, em huner û wêjeyê bi Kurdî bikin, bi Kurdî guhdarî bikin, bi Kurdî bixwînin.”
Pêdivî bi têkoşîna çandî heye
Daxuyaniya Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK´ê wiha bidawî dibe: “Rêber Apo destnîşan kiriye ku şerê siyasî, şerê welatparêziyê, şerê xwedîderketina li dîrok û axa xwe ye. Tê zanîn ku hînê bi qirkirinê dor li Kurdan hatiye girtin. Dewleta Tirk qadên siyasî, civakî, çandî, spor, huner û hemû qadên din, li ser bingeha qirkirina çandî ya li hemberî Kurdan daye rûniştandin û plankirin. Divê em jî vê rastiyê bibînin û di tevahiya xebatên xwe de bi hestiyariya ji holê rakirina qirkirina çandî tevbigerin. Ji ber vê yekê em di roja zimanê dayikê ya cîhanê de banga ‘Bi Kurdî Bifikrin, Bi Kurdî Biaxife, Bi Kurdî Binivîsîne’ careke din dûbare dikin.”
ANF/BEHDÎNAN