
Li bajarê Elmanyayê Gîessenê, bi wesîleya sala 40’î ya PKK’ê şahiyek hate lidarxistin.
Bi qasî 600 kesî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate organîzekirin û Kurdistaniyên ji bajarên Siegen, Marburg û Limburgê jî beşdar bûn. Piştî rêzgirtinê ji komîteya amadekar Akîf Gazan û piştre jî bi navê PYD’ê Ibrahîm Yousef axivîn.
Yousef got, “Beriya bi çil salan gelê Kurd nedidît, nedibihîst; bi saya vê rêya şoreşgerî ya PKK’ê em hînî çand û felsefeya xwe bûn. Min bi taybetî berxwedana Rojava ji nêz ve, bi çavên xwe dît. Rizgarî bi gel hate ragihandin û her pêkhate û ol li wê derê bi rengekî wekhev û bi hev re dijîn.”
Di pîrozbahiyê de Koma Hezex - Berber Hezexî, Koma Zekî, Grûp Bang, Jinên Ciwan ên Gîessenê, Dîndar Efshiyo, Sîpan Xelat, Xalaz Gerîllaya Saûnd, Dimlî Amed, Koma Hezex - Abdulkerîm Hezexî û koma şano ya Rojava derketin ser dikê.
GIESSEN