Nerazîbûna Kurdan a li dijî biryara DYE ya derheqa Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan de roj bi roj zêde dibe. Siyasetvan û saziyên Kurd dibêjin, ew bi wan serbilin in û qerara DYE xizmeta terorîzmê dike.
Siyasetvanên Başûrê Kurdistanê li ser qerara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) peyivîn. Siyasetvanên Kurd gotin, ew wekî ferdeke vî miletî qerara DYE qebûl nakin û ew bi wan serbilind in.
Şeva 7’ê Mijdarê DYE ji bo agahîdayîn û diyarkirina cihê sê pêşeng û şoreşgerên Kurd Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan 12 mîlyon dolar xelat danî. Li ser vê yekê siyasetvanên Kurd Parlamenterê berê yê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Salar Mehmûd, Serokê Akademiya Siyaset û Ramana Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî, Endama Serkirdayetiya YNK Bilêse Cebar Ferman axivîn.
DYE dixwaze dilê Tirkan xweş bike
Salar Mehmûd nerazîbûn nîşanî biryara DYE’yê da û got, “Li gorî min DYE dixwaze bi vê biryara xwe dilê dewleta Tirk xweş bike û dixwaze girtina sîstema S400 a Tirkiyeyê ji Rûsyayê rawestîne. Dewleta Tirk dixwaze sîstema hewayî S400 ava bike. Tevgera rizgariya gelê Kurd PKK li dijî van êrîş û cezayan biçûk nabe, lê wê van planan têk bibin. Ya girîng ew e ku piştî dîlgirtina Ocalan ku ev 20 sal e li Îmralî girtiye, PKK bi dawî nebûye û li Rojhilata Navîn rolê pêşengên gelê Kurd derket pêş.”
Yekitiya Kurdan dikare pêşî li komployan bigire
Salar Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze di vê serdemê de tevgera gelê Kurd weke tevgera terorîst nîşan bide û wiha qise kir: “Wê rojek were ku ev qerta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd li civaka navneteweyî bi kar tîne wê biqede. Ya girîng li vir ew e ku aliyên Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekîtiya gelê Kurd bixebitin û dawî li van êrîşên li ser PKK’ê bînin. Û nehêlin bi komployekê pêşengên Kurd werin girtin.”
Dr. Gulpî: Biryara Emerîkayê xizmeta terorê dike
Siyasetvanê Kurd û Serokê Akademiya Siyaset û Ramana Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî jî biryara Emerîka ya li dijî pêşengên PKK’ê şermezar kir û got; “Ev biryar xizmeta terorê dike, divê hemû gelê Kurd û azadîxwaz li dijî vê biryarê dakevin kolanan.”
Fayiq Gulpî got, PKK ji bo parastina mafê gelê Kurd têdikoşe û wiha peyivî: “Tu kesek Emerîkî nekuştine. Di şerê dijî DAIŞ’ê de xwedî rolek girîng bû û li diji çeteyên terorîst rawestiya.”
Divê gel biryarê şermezar bike
Gulpî bibîr xist ku bi belge û dîmenan aşkera bûye ku Tirkiye piştgiriya çeteyan dike, lewma divê Emerîka bizanibe ku ev biryar li dijî xelkê Emerîka jî ye û xizmeta terorê dike. Gulpî di dawiya axaftina xwe de banga têkoşînê li tevahiya gelê Kurd û azadîxwazan kir û got: “Divê hemû gelê Kurd û berpirsên partiyên siyasî dakevin qadan û vê biryarê şermezar bikin. Her wiha li cihên ku lê dijîn li gel berpirsên Emerîkî rûnin û ji wan re bêjin ku ev biryar biryarek şaşe, eniya terorîstan bi hêz dike.”
Evana niştimanperwer û têkoşer in
Endama YNK Bilêse Cebar Ferman jî li ser malpera xwe ya civakî, li hemberî biryara Emerîkaya got: “Em bi her sê şoreşgeran serbilindin.”
Bilêse Cebar li ser malpera xwe wêneyên her sê pêşeng û şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Cemîl Bayik, Mûrad Karayilan û Dûran Kalkan belav kir û got: “Ev ne terorîstin, evana niştimanperwer û têkoşerên ji bo rizgar kirina gelê xwene. Em bi van serbilind in. Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan ev sê şoreşger in ku wê navê wan di dîrokê de bikeve nava rêza azadîxwazan û parêzvanên mafê neteweya xwe. Ez bi hêvîme, ne bi girtina van sê şoreşgeran, ne jî bi şehîd xistina wan wê serhildana neteweya me dawî lê neyê.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Hedef îradeya gelan e
Meclîsa Giştî ya PYD’ê jî bi daxuyaniyekê helwêsta Emerîkayê bi tûndî şermezar kir. Meclîsê bi bîr xist ku ewlekarî û aramiya Rojhilata Navîn bi çareseriya meseleya Kurd dibe û diyar kir ku di demeke wiha de ku çareseriya meseleya Kurd xwe ferz dike, Wezareta Karên Derve ya DYE’yê li ser sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê biryareke wiha daye. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di nava sîstemên totalîter de ku bi rê û rêbazên li dijî îradeya gelan tevdigerin, jiyana hevpar, biratiya gelan û çarenûsa hevpar nîne. Wekî din, li pêş çavan e ku sîstemên bi vî rengî bi rêxistinên terorê tevdigerin û destekê didin wan. Em bang li DYE’yê dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe, zextê li Enqereyê bike û ji bo pêvajoya aştiyê ya ji ber helwêsta dijminane ya rejîma Tirkiyeyê sekinî, ji nû ve dest pê bike, bikeve nava liv û tevgerê. Ev biryara li dijî PKK’ê, îradeya gelê Kurdistanê û gelê Kurdistanê dike hedef.”
Em ê bi şoreşgerên xwe re bin
Li hemberî biryara Emerîkayê ya li dijî pêşengên PKK’ê, nerazîbûnek jî ji Şengalê hat. Têkildarî mijarê li ser navê meclîs, sazî-dezgeh û gelê Şengalê daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyanî wiha ye: “Em wek civaka Şengalê biryara Emerîka ya li ser hersê şoreşgerên gelê Kurd şermezar û riswa dikin. Di dema êrişên 2014’an de û bi taybetî di dema fermanê de me wek civaka Êzîdî bi xwe helwêsta Emerîkayê dît. Emerîka heya roja îro li hemberî êrişa li dijî gelê me ti helwêstek nîşan nedaya. Lê bi saya fikra azad û têkoşîna PKK û KCK’ê gelê me têkoşîneke bêhempa meşand. Di oxira rizgarkirina Jin, Zarok û dayikên me de bi dehan şehîd dan. Heta ku ew rojên bi êş di bîra me de bin, em ê bi hemû hêza xwe bi fikra azad û şoreşgerên xwe re bin. Em dibêjin ev biryar têkoşîna me lawaz nake, wê bihêztir bike.”