Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê doh cenazeyê şervanê YPG’ê Delîl Ebdulezîz (Delîl Amûdê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir spartin axê. Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG‘ê Delîl Ebdulezîz ê ku 9‘ê Gulanê li gundewarên navçeya Şedadê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji navenda Heyva Sor a Kurd wergirtin û bi kerwaneke wesayîtan ber bi Goristana  Şehîd Îsmaîl Hogir ketin rê. Em ê xwîna wê li erdê nehêlin Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Xwişka şehîd Delîl, Wesîla Ezîz li wir axivî û got, “Em bi şehadeta Delîl serbilind in, Delîl ji bo rûmeta gelê xwe  şehîd bû. Delîl şehîdê sêyemîn yê  malbatê ye. Em ê xwîna wî li erdê nehêlin û xeta wî berdewam bikin.” Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Hevalên Delîl, darbesta şehîd li ser milên xwe kirin û bi dirûşmeyan li goristanê spart axê. QAMIŞLO