Em biçin ser sindoqan û ji AKP’ê xilas bibin!
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Elmanyayê (NAV-DEM) ji ber ku îro wê dengdana hilbijartinên 24’ê Hezîranê dest pê bike, bi daxuyaniyekê bang kir da ku her kes biçe ser sindoqan.
NAV-DEM’ê bi daxuyaniya nivîskî, bal kişand ser bloka demokrasiyê ya ku li dora HDP’ê civiyaye, got, “Ev tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ye.”
NAV-DEM’ê bi dewamî diyar kir ku tenê bi serketina HDP’ê desthilatdariya AKP’ê dikare biçe û wiha domand, “Ji bo vê jî hemû hêzên demokrasiyê li dora HDP’ê bloka demokrasiyê ya berfireh ava kirine.”
NAV-DEM’ê her wiha diyar kir ku tenê bloka demokrasiyê dikare Tirkiyeyê ji tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê xilas bike û got, “Ên ku bi rastî jî dixwazin ji faşîzma AKP’ê xilas bibin, divê dengê xwe bidin HDP’ê. Hemû derdorên ji AKP’ê nexweş divê dengê xwe bidin HDP’ê û şeqamekê li AKP’ê bixin.”
NAV-DEM’ê bi taybetî bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Elmanyayê kir ku dengê xwe bidin û wiha dewam kir, “Ên ku nikarin biçin, bila ji komîsyonên hilbijartinê yên bajaran alîkariyê bixwazin. Li ser vê mijarê meclîsa me di xizmeta gel de ye. Dengê xwe yê ku dikare her tiştî biguherîne teqez bidin.”