
Doh li dibistana Ayînde ya bajarê Helebce rêxistina UNICEF û Rêveberiya Giştiya Perwerdeya Helebce yekemîn festîvala bi hevre jiyanê lidar xistin.
Rêveberê çalakiya hunerî li Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Silêmaniyê Bextiyar Mehmûd diyar kir ku ev çalakiya bi hevkariya rêxistina UNICEF û Wezareta Perwerdê hatiye pêktê û got: ”Biryar hatiye girtin ku di rojên bê de li Germiyan û Xaneqîn ji were pêkanîn. Çalakiya me vekîrî ji pêşengehek ya karê dest û wêneyên xwendekaran pêktê.”
Her wiha yek ji amedekarên Çalakiya Rêveberiya Perwerdeya Rojhilatê bi navê Dilsoz Mehmud got: “Ev çalakiya me bi boneya heftiya huneri û hevniştîmanî bi alîkariya rêxistina UNICEF hatiye pêkanîn. Ev ji bo balkêşana xwendekaran ji bo karên bi vê rengê hatiye pêkanîn û hewildana ji bo parastina xwezayêye. Ji bo vê me navê festîvalê kiriye ‘festîvala jiyana bihev re’ ji bo wan tevahiya netewên cûda yên di Herêma Kurdistanê de hene his bikin ku xwedî berpirsyartiyekê ne û welatekê xweş de bijîn. Fêr bibin dûrî şer û pirsgirêkan dinava xweşiyê de bijîn. Pêwîste bi cidî li ser vê yekê kar were kirin.”
Berhemên xwe nîşan didin
Yek ji xwendekarên ku beşdarî festîvalê bûyî bi navê Kalê Heme Kerîm ji got: “Ez bi karê xwe yê dest beşdarî vê pêşengehê bûme ku çend curê cil û bergê zarokan min bi destê xwe çêkirine û îro didim nîşandan. Ji bo vê pêkanîna van corê çalakiyan sûdek zêde dide xwendekaran.”
Kalê Heme Kerîm herî dawî got: “Pir giring e ku di salên pêşerojê de ji ev corê pêşengehan were kirin, pêwiste bi şêweyek zêdetir xwendekar tevlî bibin û bikarin karê xwe bidin nîşandan.”
ROJNEWS/HELEBCE